BI DÎMEN

PYD'ê êrîşên Tirkiyeyê li bajarê Hambûrgê şermezar kir

Kurdan li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li axa Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.

Kurd, ji roja destpêkê ya meha Sibatê û vir ve, êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê şermezar dikin. Duh jî bi pêşengiya PYD Hambûrgê, li kolana Jûngfernstîeg a li navenda bajêr li hev civiyan û mîtîngek lidar xistin. Berdevkê PYD Hambûrgê Cîhan Fettah û Berdevkê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû li mîtîngê axivîn.

Berdevkê PYD Hambûrgê Cîhan Fettah da xuyakirin, komên çete ji 5'ê Sibatê û vir ve bi fermandariya artêşa Tirk bi çekên giran êrîşî gundên Kantona Efrînê. Fettah bibîr xist, ku dewleta Tirk ji sala 2015'an û vir ve bombeyan li Rojava dibarîne û sivîlan dikuje.

Berdevkê NAV-DEM'ê Yavûz Fersoglû jî da zanîn, Kurdên ku beşeke girîng a Bakurê Sûriyeyê kontrol dikin, bi desteka koalîsyonê hewl didin Reqayê rizgar bikin. Fersoglû bal kişand ser gef û êrîşên artêşa Tirk ên li dijî Kurdan û xwest, Tirkiye bi lezgînî ji Rojava derkeve. Fersoglû ji hikûmeta ELmanya û dewletên Yekîtiya Ewropayê jî xwest, ku desteka xwe ya ji bo rejîma Tirk a faşîst bisekinînin û piştgiriyê bidin yên li herêmê li dijî çeteyan têdikoşin.