Psîkolojiya paneberên mexdurên îşkeceyê tune tê hesibandin

Psîkolojiya paneberên mexdurên îşkeceyê tune tê hesibandin

Li gorîn lêkolînek mafê mirovan a li Avusturyayê hate weşandin, derket holê ku nêzîkatiya li hemberî penaberên li welat ne baş e. Di lêkolînê de  tê pêşniyar kirin ku dadger û peywirdarên li dozên penaberên Avusturyayê dinêrin, der barê psîkolojiya mexdurên îşkence dîtine de perwerdehiyeke baş bigirin.

Ji aliyê Enstîtuya Ludwîng-Boltzmann (LBI) lêkolîneke ‘Di dozên îltîcayê de Îşkence û şer’ (Krieg und Folter im Asylverfahren)’  pêk hat û di lêkolînê de nêzîkatiya li hemberî penaberan hate nirxandin. Lêkolîna ku wek pritûkekê hat amadekirin, 14 dozên îltîcayê yê ku bi saxî ji pevçûn an jî îşkenceya rizgar bûne hat lêkolînkirin.

Lêkolîna ku aliyê başa mafê mirovan a LBI’ê ve hatiye amadekirin de, hat diyar kirin ku polîs û dadgerên welat, rewşa psîkolojîk ya penaberên mexdurên şer pişt guh dikin. Li gorî vê di lêpirsînan de pir tund tevdigerin.

 Di lêkolînê de tiştên ku penaberên Afgan yê 30 salî ku di lêpirsînê de jiya hat vegotin û her wiha peywirdarên Avusturyayê ji psîkolojiya penaberan pir durin.

PROTOKOLA STENBOLÊ PÊK NAYÊ

Yvonne Schaffner di lêkolînê de bibîr dixe ku, bi Protokolên Stenbolê ya Netewên Yekbûyî a di sala 1996’an de hatiye qebûlkirin, mirov çawa dê nêzî penaberan bibin.

Ji ekîba lêkolînê Margît Ammer jî got Protokola Stenbolê nakeve meriyetê.

Li gorî danezeyên wezareta karê hundir di di 2002’an de  39 hezar kesî jibo îltîcayê serî li Avusturyayê daye, di 2010’an de 11 hezar, di 2012’an de 17 hezar û 400 serlêdan hatiye kirin.  Di 2012’an de nîvê serlêdanan ji Afganîstan, Rusya, Pakîstan, Sûriyeyê bûn.