Protestoyên li Brezîlyayê didomin

Protestoyên li Brezîlyayê didomin

Li rexmî pêşpeymanên reformê ku Serok Komara Brezîlyayê Dîlma Rousseff kirin jî, xwepêşandanên protestoyî ên vegerîn dij hikumetê berdewam dikin. Şeva din li gelek bajarên welat bi sedhezaran kes daketin qadan, li bajarên Belo Horizonte û Salvadorê pevçûnan rû da.

Li bajarê Belo Horizonte, di dema ku tîmên Meksîka û Japonya ji bo Kûpa Konfederasyonê dilîstin 60 hezar kesan zêdetir xwepêşandan protestoyî pêkanîn. Xwepêşandanvan ber bi stadyûma lîstikê ve meşiyan û hewildan bendên ku li derdora stadyûmê ji aliyê polîs û Muhafizên Netewî ve hatine danîn, derbaz bikin. Piştî ku polîsan bibombeyên gazê û guleyên plastîk bersiv dan, pevçûnê rû da.

Piştî bû êvar li bajar pevçûn belav bûn. Di pevçûnan de gelek cihên kar û wesayît zirar dîtin, nehate hînbûn ku binçavkirî an birîndar hene yan na.

Ji ber ku pevçûnan dirêj kir, bi deh hezaran alîgirên tîman neçar man di stadyûmê de bimînin.

Weke din jî hate ragihandin ku, li bajarê Salvador ku dikeve bakûrê rojhilatê welat ku malovanî ji lîstika Brezîlya-Îtalya re dikir, protesto û pevçûn lê qewimîne.

Li bajarê Sao Paulo jî bideh hezaran kes rêya navendî a Avenida Paulista li trafîkê girtin, guhertina zagona ku pêşdîtin dike rayeyên dozgeriya federal ê bi lêpirsîna gendelî û xirab bikaranîna rayeyê erkdare, teng bike hatin protesto kirin.

Dozgeriya federalê derxistibû holê ku, birêyên nezagonî pereyê gel bi armanca piştgiriya siyasî ji bo partiyên koalîsyonê dişînin. Vê li welat dengek mezin vedabû.

Protestovana da diyarkirin ku, eger ev guhertina zagonî a mijara gotinê bê qebûlkirin, dê gendeliya di rêveberiyên herêmê de zêde bibin û dixwazin vê pêşnamezagonê paşvegerînin.

Li gelek bajarên din ên welat jî xwepêşandan hebûn. Ji vana ya herî mezin li Santa Maria hate kirin. di xwepêşandan ku zêdetirî 30  hezar kes tevlîbûn. Hinek ji wana ji ber lêpirsîna di derbarê karesata di qulîbekê de çêbûyî ku 242 kesan jiyana xwe ji dest dayî giran birêve diçe jî protesto kirin.

Yek ji bajarên herî mezin ê welat Rio de Janeiro çav lê ye roja Duşemê xwepêşandanekî mezin çêbibe.

Çavdêr didin diyarkirin ku, li rexmî pêşpeymanên reformê ên Serok Komar Dîlma Rousseffê jî çalakvan bibiryarin ku çalakiyên xwe berdewam bikin.

Serok Komar Roussef roja Înê di televîzyonekê de ji gel re axivî û gotibû, ew dê bi rêxistinên ku xwepêşandanan organîze dikin re hevdîtinê bikin.

Di xwepêşandanên roja Pêncşemê ên welat de, 2 milyon kes zêdetir tevlîbûn û di pevçûnên rû da de 2 kesan jiyana xwe ji dest dabû.