Protestanan ji Ocalan re dua kirin
Protestanan ji Ocalan re dua kirin
Protestanan ji Ocalan re dua kirin
Komên Meclisa Gelê Kurd ya li Bernê serdana dêra Protestana kir û ji bo azadiya Ocalan dua kirin.
Komên Meclisa Gelê Kurd ya li Bernê serdana Dêra Protestan a li paytextê Swîsreyê Bernê kirin. Di serî de komên meclisê xwe dane nasandin, piştre broşurên ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didin nasandin radestî Serokê Dêrê Gabî Schranz û Protestanan bilavkirin, her wiha bûyerên li Kurdistanê diqewimin vegotin. Piştî nasandina Komên Meclisê û belavkirina belavokan, Serokê Dêrê Gabî Schranz axaftinek kurt kir û da diyarkirin ku, beriya vê demek kurt ji bo gerê çûye Kurdistanê û anî ziman, demek dirêje Kurdan nas dike, lê belê piştî vê gerê fikrên wî ên li ser kurdan zelaltir bûne. Schranz balkişande ser şerê bi salane li Kurdistanê rû dide û behsa girîngiya pêvajoya çareseriyê ya Ocalan dayî destpêkirin, kir.
Piştî axaftina Schranz, Swîsreyiyên ku tevlî programê bûn, ji bo demildest Ocalan bê azadkirin û aştiyek mayînde li Kurdistanê çêbibe dua kirin. Piştî wê jî di çarçoveya kampanya Azadiya Ocalan de îmze komkirin. Di serdana ku diyalogek germ çêbû de, bi resepsiyonekî biçûk bidawî bû.