Projeyeke AKP'ê: Ji Zarokan re Tîpa F
Projeyeke AKP'ê: Ji Zarokan re Tîpa F
Projeyeke AKP'ê: Ji Zarokan re Tîpa F
Hikûmeta AKP'ê, bi avakirina 10 girtîgehên nû yên zarokan, li pêkanînên xwe yên demokrasiya pêşketî yeka din zêde kir. Li gorî agahiyên Wezareta Edaletê, hejmara girtîgeh û mala perwerdeyê ya zarokan, ku niha 5 e, wê heta dawiya sala 2016'an bibe 15 e.
Wezîrê Edaletê Sadûllah Ergîn bersiv da pêşniyapirsekê û diyar kir ku di rewşa heyî de li Tirkiyê 3 girtîgehên zarokan û 2 malên perwerdeyê yên zarokan hene û wê heta dawiya sala 2016'an 10 girtîgehên nû yên zarokan bên çêkirin. Di bersivdayînê de, di çarçoveya bernameya malî ya AKP'ê ya navbera salên 2012-2017'an de; wê Mala Perwerdeya Zarokan a Umraniye ya Stenbolê di Kanûna 2013'an, Mala Perwerdeya Zarokan a Îzmîrê ya Nû di Tîrmeha 2014'an, Mala Perwerdeya Zarokan a Elezîzê di sala 2017'an, Mala Perwerdeyê ya Erzîromê di Mijdara 2014'an, girtîgeha Zarokan a Girtî ya Amedê di Kanûna 2014'an, Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Hatayê di Çileya 2014'an, Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Tarsûsê di Kanûna 2014'an, Girtîgeha Girtî ya Kayseriyê di Çileya 2015'an, Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Konyayê di Mijdara 2015'an, Girtîgeha Girtî ya Zarokan a Çorlûyê di sala 2016'an de wê werin vekirin.
PERGALA TÎPA F
Li gorî agahiyên Ergîn di mijara girtîgehên nû yên zarokan de dayî, di planan de girtîgehên Tîpa F mînak hatine girtin. Hat ragihandin ku saziyên mijara gotinê di warê fîzîkî û mîmarî de li gorî perwerde û rehabîlîtasyona zarokan e, li her unîteyê 9 odeyên ji bo ferdekî hene, dîsa li her unîteyan qadeke jiyana hevpar a ji bo 9 kes bi hev re dem derbas bikin, li televîzyonê temaşe bikin, xwarinê bixun, pîngpongê bileyzin.
Di bersivdayinê de hat ragihandin ku li her odeyên zarokên girtî û hikumxwar lê bên rakirin, tiwaleta, bango, maseya xebatê, doşek û bîdeyên xwe hene.
2001 ZAROK DI GIRTÎGEHÊ DE NE
Li gorî daneyên Wezareat Edaletê, li girtîgehên li Tirkiyê 1608 jê girtî û 393 hikumxwar, zêdeyî 2 hezar û 1 zarok tên ragirtin. Rewşa zarokên li gorî sûcan tên dabeşkirin weha ye: Dizî (488), birîndarkirin (402), şelandin-talankirin (352), kuştina mirovan (287), narkotîk (193), gunehên zayendî (101), teşwîkkirina fûhûşê, kirina fûhûşê-navbeynkarî (26), sextekarî (3), xapandin (2), hewldanan kuştina mirovan (2).
REJÎMA GIRTÎGEHÊ
Hikûmeta AKP'ê, di şûna xwe guhertinên qanûnî û guhertinên di pergala girtinê de guhertinan bike, çareseriyê di çêkirina girtîgehên nû de dibîne. Hikûmet dixwaze di nava pênc salan de 153 girtîgehên nû veke. 27 ji van di asta îhaleyê de ne, 83 di asta plankirinê, 43 jî di asta projeyê de ne. Bi vekirina van 153 girtîgehên nû re, wê li kapasîteya heyî cihên ragirtinê yên bi kapasîteya 106 hezar û 831 kesên din zêde bibin.
Di dema deshilatdariya AKP'ê de, rêjeya tijîbûna girtîgehan, rekor şikand. Di navbera salên 2002-2012'an de 62 hezar û 460 kes hatin girtin, di sala 2002'an de hejmara hikumxwaran 34 hezar û 808 kes bû, li vê hejmarê 54 hezar û 905 kes zêde bûn û bû 89 hezar û 713 kes. Hejmara girtiyan 24 hezar û 621 kes bûn, li vê hejmarê 7 hezar û 555 zêde bûn û bû 32 hezar û 176 kes.