Polîtîkaya aboriyê ya PDK'ê û serhildana cotkaran
Cotkar û hilberînerên li Başûrê Kurdistanê nêzî meheke li dijî hikumetê çalakiyan dikin. Gel nerazî ye ji ber ku mal ji Tirkiye, Îran û welatên din tên tên anîn.
Cotkar û hilberînerên li Başûrê Kurdistanê nêzî meheke li dijî hikumetê çalakiyan dikin. Gel nerazî ye ji ber ku mal ji Tirkiye, Îran û welatên din tên tên anîn.
Cotkar û hilberînerên li Başûrê Kurdistanê nêzî meheke li dijî hikumetê çalakiyan dikin. Ev berxwedan pasîf bê dîtin jî bandoreke mezin li Başûrê Kurdistanê kiriye. Cotkar û hilberîner, malên di destê wan de mane li ber avahiya hikumetê, parlamentê, partiyan bi taybetî jî li ber avahiyên PDK'ê dirijînin û bi vî rengî polîtîkaya aboriyê şermezar dikin. Par sewalkaran ev polîtîka şermezar kiribûn.
ENCAMA POLÎTÎKAYA ABORIYÊ
Civaka başûr civakeke gund û bejahî ye. Di herikîna dîrokê de timî karê çandinî û sewalkariyê kiriye, bi vî rengî debara xwe kiriye. Di dema têkoşîna dijî rejîma Baas de gel ji aliyekî ve pêşmergetî kir, li aliyê din jî karê xwe yê çandinî û sewalkariyê dewam kir.
Rejîma Baas ji bo vê taybetmendiya civaka Başûr têk bibe, ji bo pêşmergeyên li çiyê bi tenê bihêle û bêbandor bike, sla 1978'an bi navê projeya gundê komî dest bi valakirina gundên li Qendîlê, Xinêre, Xakurkê, Zap, Zagros, Behdînan, Garê, Heftanînê kir. Li Hewlêr, Silêmaniye, Duhok, Ranyayê gel li kampan bi cih kir. Hin ji van kampan hîn jî hene. Yek ji wan jî kampa Xebat e, yek jî kampa Domikz e. PDK'ê niha Rojavayî û Êzidî xistine van kampan ku rejîma Baas ji bo valakirina gundan ava kiribû.
Lê belê ev polîtîkaya rejîma Baas bi ser neket. Ji ber ku piraniya gundiyên li kampan hatin bicihkirin reviyan û vegeriyan gundên xwe. Li cihên veşartî yên qadên çiyayê xanî çêkirin û hem cotkarî û sewalkarî kirin hem jî pêşmergetî kirin û hewl dan bi vî rengî jiyan û têkoşîna xwe bidomînin.
Sala 2003'an piştî ku rejîma Saddam Huseyîn hate hilweşandin, ji ber PDK'ê û polîtîkayên hatin meşandin gel ji qadên bejahî û gundan 'bi dilxwazî' hate koçberkirin.
Ji sala 2005'an û pê ve şîrketên înşaetê yên dewleta Tirk ketin nava bazara Başûr, lê serwer bûn û li Hewlêr, Silêmaniye, bi taybetî jî li herêmên Duhok, Zaxoyê sîsteyên mezin bi navê Cîty ava kirin. Mirovên ji gundan hatin koçberkirin hate teşwîqkirin ku li van sîsteyan bi cih bibin.
POLÎTÎKAYA 'KARMENDKIRINÊ'
Ji bo polîtîkaya bajarîkirinê, valakirina gundan û têkbirina cotkarî û sewalkariyê bê bicihanîn, polîtîkaya karmendkirinê bi xurtî hate meşandin. PDK û YNK'ê derfetên bi hilweşandina Saddam Huseyîn re afirîn bi kar anîn û ji bo kadroyên partiya xwe zêde bikin, gel bi xwe ve girê bidin, li bajarok, navçe û gundan maşet da herî kêm 2 kesên li her malê. Hinek ji wan bi statuya mamostetiye, hinek jî bi statuya asayîş, pêşmerge, endamê îstîxbaratê kirin karmend û bi maeşan bi xwe ve girê dan. Yên ku maeş ji wan girtin jî neçar man ku mîna kadroyên wê partiyê tevbigerin. Bi vî rengî yek ji çar parên 6 milon mirovên li Başûrê Kurdistanê xistin statuya karmendiyê. Karmendên bi maeş jî ji bo nêzî saziya lê bixebitin bin neçar man koçî bajaran bikin. Bi vî rengî neçar man ku ji Cîty ên fîrmayên Tirkan malê bikirin. Lê belê tevî vê yekê jî mehên biharê çûn gundên xwe, karê zeviyan, bax û baxçeyan kirin.
Polîtîkaya karmendiyê ya partiyên Başûr ew bû ku nanê mirovan ji destê wan bigire û polîtîkayên xwe li ser wan ferz bike. Mînak; 6 meh in maeş nayên dayin, lê gel nikare tiştekî bike.
Gel jî ji ber taybetmendiya xwe ya çandî xwezayî, biçûk jî be karê çandiniyê û sewalkariyê di ber de kir. Bi vî rengî nîv nîvî jî ber ji aliyê aborî ve bi wan partiyan ve nehate girêdan. Lê belê piştî ku berhemên hilberandin di destê wan de ma, hingî hilberîna wan jî bi kêr nehat.
PDK ARAMIYÊ NAXWAZE, JI BER KU...
Partiyên li rêveberiya Başûr bi taybetî jî PDK ji bo gel bi temamî bi xwe ve girê bide û polîtîkayên xwe bi wan bide qebûlkirin, ji bo berhemên çandinî û sewalkariyê yê gel di destê gel de bimîne, bi Tirkiye û Îranê re peymanên bazirganiyê kirin.
Şîrketa mezin a bazirganiya petrolê û înşaetê ya bi navê Kar Grûp ku ser bi Nêçirvan Barzanî ve ye, bi gelek fîrmayên înşaetê yên dewleta tirk re hevkarî kir. Hevkarên mezin ên beriya niha yên vê komê, şîrketên ser bi Fethûllah Gulen bû.
Li gel şîrketa Kar Grûp a Nêçirvan Barzanî her wiha şîrket Newroz a Mesrûr Barzanî heye. Di navbera her du şîrketan de hevrikî hebe jî aliyê ku her du şîrket li ser li hev dike; têkiliya bazirganiya bi Tirkiyeyê ya li dijî cotkar û hilberîneran e. Ji xwe eger cotkar û hilberîner ji aliyê aborî ve aram bibin wê li ber polîtîkayên heyî rabin û bi vî rengî desthilatdariya wan bihejîne.
Gelê Başûr ku gelekî serhildêr e û serweriya kesî li ser xwe qebûl nake, di kîjan partiyê de bibe karmand jî cotkariya xwe didomîne. Piştî ku berhemên wan di destê wan de ma, hingî ev yek veguherand nerazîbûna li dijî hikumetê. Meheke li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê çalakiyên cihêreng tên lidarxistin. Van çalakiyên xwe didomînin. Li hin deveran peyamên tund jî didin.
Ev rewş di heman demê de taybetmendiyên civakî yên gelê Başûr radixe pêş çavan. Her wiha nerazîbûna civakê ya li dijî serweriya PDK'ê, ya li dijî rêveberiya Başûr nîşan dide. Nerazîbûna cotkar û hilberîneran nerazîbûna civakê ye. Hikumetê heta niha ji bo berhemên cotkar û hilberîneran ên di destê wan de mane tiştek nekiriye. Gel bi xwe li çareyê digere.