Polîsên Tirk pêşiya Dayikên Şemiyê girtin
Polîsên Tirk çalakiya cara 800'î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin.
Polîsên Tirk çalakiya cara 800'î ya Dayikên Şemiyê asteng kirin.
Dayikên Şemiyê di hefteya 800’î de xwestin biçin Meydana Galatasarayê li aqûbeta nebediyan bipirsin û kujer werin darizandin lê dîsa polîsên Tirk pêşiya wan girt û ew asteng kirin.
Dayikên Şemiyê bi daxwaza ku li aqûbeta nebediyan pirs bikin û kujer werin darizandin xwestin ku di hefteya 800’î de biçin Meydana Galatasarayê. Polîsan carek din pêşiya Dayikên Şemiyê girtin û destûr nedan.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar jî piştgirî dan dayikan. Li ser astengiyê Dayikên Şemiyê û beşdar li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn. Kêliyek di navbera beşdarên çalakiyê û polîsan de gengeşe qewimî. Lê polîsan bi bariyer û mertalan pêşiya dayikan girt û destûr neda biçin Meydanê.
Li ser vê yekê wê Dayikên Şemiyê li ber ÎHD’ê daxuyanî wê bidin çapemeniyê.