Polîsên Erdogan li Enqerê avêtin ser malan
Polîsên Erdogan li Enqerê avêtin ser malan
Polîsên Erdogan li Enqerê avêtin ser malan
Polîsên kuk Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ji wan re digot, "yên min e" û "leheng in" îro danê sibê li Enqerê avêtin ser 30 malan û herî kêm 20 kes kirin binçavan.
Ekîbên polîsan ên ser bi Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Muduriyeta Emniyetê ya Enqerê, bi sedema piştgirî dane berxwedana Parqa Gezî, avêtin ser malan.
Di encama serdegirtina li 30 navnîşanan de heta niha herî kêm 20 kes hatine binçavkirin. Ji ber lêgerîn û operasyonan, fikar tê kirin ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Hêjayî gotinê ye, ji ber dijwariya polîsan a li hemberî berxwedana Parqa Gezî 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes birîndar bûbûn. Polîsê ku gule berda serê Ethem Sarisuluk û rê li ber mirina wî vekir, serbest hat berdan.