Polîsên Elman êrişî 'Meşa Dirêj' kirin -NÛ BÛ
Meşa Dirêj a ciwanên Kurd, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dest pê kir, di roja şeşemîn de bû hedefa astengiya polîsên Elman.
Meşa Dirêj a ciwanên Kurd, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Hannoverê yê Elmanyayê dest pê kir, di roja şeşemîn de bû hedefa astengiya polîsên Elman.
Meşa Dirêj bi dirûşma "Ji bo azadiya Rêber Apo bi hev re serhildan" pêk tê û ji bajarên cuda yên Ewropayê gelek ciwanên Kud û enternasyonalîst tevlî bûne.
Di roja şeşemîn de polîsên Elman hewl didin nehêlin ku ciwan derbasî Hambûrgê bibin.
Yek ji organîzatoran ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku ciwan ji kampa lê diman ji bo biçin cihê destpêkirina meşê li trenê siwar bûn, lê hatin rawestandin.
Hate ragihandin ku polîs bi îdîaya "bê bilet li trenê siwar bûne", "êrişî kontroleran kirine" ciwan rawestandine û nahêlin ku ciwan biçin tiwaletê jî.
Li gorî amadekaran, ciwanan piştre bilet kirîn, lê polîsên Elman bi hincetên bêbingeh hewl didin meşê asteng bikin.
Heman çavkanî diyar kir ku polîs ji destpêkê ve hewl didin meşa bi destûr asteng bikin.
Çalakger ragihand ku beriya niha jî polîsan hewl dan rêgeha meşê ya ku destûr jê re hatibû dayin biguherîne û tevî ku meş ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e hildana posterên Ocalan jî qedexe kirine.
Çalakgeran gotin, "Tevî her timî jî em aram man. Hevkarên dewleta Tirk a faşîst hewl didin êrişî me bikin û meşê rawestînin."
Ciwan li gara trenê ne û ji aliyê ciwanan ve hatine dorpêçkirin.
Piştî van gotinan bi demeke kurt polîsan êrîş anî. Li gorî agahiyên pêşî polîsan bi lêxistinê sê an jî çar ciwan destgîr kirine.