Polîsên Elman hewl dan çalakgerê greva birçîbûnê destgîr bikin

Polîsên Elman hewl dan Mûstafa Tûzak destgîr bikin ku li Dûîsbûrgê ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, meşa dirêj a ji ber Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê dest pê kr, bû hedefa êrîşa polîsên Elman. Di dema daxuyaniya çapemeniyê de 20 polîsan avêtin ser çalakiyê.

Polîsan bi hinceta ku êlekê bi wêneyê Ocalan li ser e lê ye hewl dan Tûzak destgîr bikin.

Li ser nerazîbûna xebatkarên komeleyê, polîsan agahiyên nasnameya Tûzak wergirtin û çûn.

Rêveberên komeleyê diyar kirin, destwerdana polîsan "nehiqûqî ye" û wê serî li dadgeriyê bidin.

Tûzak 26 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.