Polîsê Tirk zarokê 8 salî bi lêdanê nexweş kir
Polîsê Tirk zarokê 8 salî bi lêdanê nexweş kir
Polîsê Tirk zarokê 8 salî bi lêdanê nexweş kir
Zarokê 8 salî yê bi navê D.O ku li Mersînê li ber derê navenda polîsan dileyst, ji ber ku li dij daxwaza polîs a lêdana hevalê xwe derket, rastî lêdaneke hovane ya polîs hat. D.O. ev hefteyeke li nexweşxaneyê di bin kontrola doktoran de tê ragirtin.
Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyet’ê li Mersîn li taxa Şevket Sumer zarokên ku li ber derê navenda polîsan ji xwe re dileystin, polîsekî ji zarokê temen 8 salî yê bi navê D.O. dixwaze ku li hevalê xwe bide, zarok jî bi gotina polîs nake. Polîs şeqamek li zarok dixe, zarok jî baz dide û dijûn bi polîs dide. Polîs di pey zarok de diçe, wî digre û bi awayekî hovane li zarok dide. Ji ber lêdana polîs zarok ji hişê xwe diçe, ser û çavê zarok di nava xwînê de dimîne. D.O. piştî ku ser û çavên xwe dişo ji qereqolê derdikeve û diçe malê.
Piştî çend saet bi ser bûyerê re derbas dibe, zarok ji nişkave li mal nexweş dikeve û wî radikin nexweşxaneya zarokan ya Mersînê. Li gorî bijîşkan diyar kirin, gurçik, parsu û cihên cuda yên laşê D.O. derb xwariye û di gurçikên wî de av kom bûye.
Li gorî zanyariyên ku D.O. ji rojnameya Cumhuriyetêre diyar kir, bûyer wiha qewimî: “Wî polîsî bi qirika min girt, li bedena min xist, serê min li maşîna polîsan da. Piştî wê hinek polîsên din hatin û min birin cilê min ji min kirin û bi avê ez şuştim, cilên min li min kirin û min şandin malê. Ji xwe, beriya hingê çend carên jî li min dabûn.”
Li ser bûyerê dayîka D.O. Kamîle O. bi vî awayî bûyer vegot: “ Cîranan bang li min kirin, ez ji çûm qerqolê li wir polîsek ji min re got ‘te çawa zarok terbiye kirine, xeber ji min re da û min jî lêxist ’ ez ketim hundir, min dît kurê min tazî kirine polîs avê bi ser de dikin. Polîsan ji min re got ‘tu here malê bila 5 deqeyek li gel me bimîne emê wî bişînin malê.’ Piştî ez çûm mal kurê min hat rengê wî sor bibû, ji nişka ve kuxî û me ew rakir nexweşxaneyê. Beriya niha jî ev bûyer bi serê hinek zarokên din jî anîne.”
Bavê D.O Abdulkadir O. li cem dozgeriyê giliyê polîsên li kurê wî dane kir û ji dozger xwest kamerayên ku li cihê bûyerê hene lêkolîn bike.