Bi bahaneya Rewşa Awarte li gelemperiya Tirkiyeyê binpêkirina mafên mirovan û bûyerên êşkenceyê zêde bûn. Yek ji deverên ku bi êşkenceyê kete rojevê, Riha ye. Li Rihayê bi hezaran kes hatin destgîrkirin û êşkence li sedan kesî hate kirin.
Der barê bûyerên êşkenceyê de gelek caran gilî hatin kirin û doz hatin vekirin. Parêzeran diyar kirin ku encam ji dozên hatin vekirin derneket. Lewma hate gotin ku li herêmê dadgeriyek di ser dadgeriyê re heye.
TÎMEKE JI 40 KESÎ YA BI TAYBETÎ HATINE PERWERDEKIRIN LI HERÊMÊ HATE BICIHKIRIN
Li gorî gotinên polîsekî ku wê wextê li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê (TEM) a Rihayê wezîfedar bû, bi hinceta ku Şaxê TEM'ê û îstîxbarata emniyetê baş nexebitîne, tîmek ji 40 kesî ku 4 dozger jî di nav de ne li Rihayê hatine wezîfedarkirin.
Wî polîsî diyar kir ku ev tîma hatiye wezîfedarkirin veşartî ye û endamên tîmê navê kod li xwe kirine. Polîs got, "Li nava emniyeta Rihayê rêxistineke paralel hate avakirin. Ti ji 40 kesên li nava vê tîmê ne ji emniyetê ne. Polîs an jî leşker nînin. Tîmeke ku ji bo wezîfeyên taybet hatiye perwerdekirin."
Polîs da xuyakirin ku endamên vê tîmê beriya niha li bajarên Kurdistanê wezîfedar bûn û cihê xwe di nava karê kontra de girtibûn. Polîs diyar kir, ev tîm di bin sîwana Şîrketa Şêwirmendiya Parastinê ya Navneteweyî (SADAT) de cih digire ku Serşêwirmendê Serokkomar Tayyîp Erdogan ê ji Ewlekariyê Berpirsyar Adnan Tanriverdî di rêveberiya wê de ye.
Polîs anî ziman, ev tîm bi giranî li bajêr û navenda navçeyan tevdigere û bi giranî li malên taybet ên emniyetê dimînin. Diyar kir ku endamên tîmê li vîlayên li ser rêya TOKÎ ya li taxa Maşûk a navçeya Karakopru, li avahiyên TOKÎ yên li kêleka sîteya Evren Sanayî ya li navçeya Eyûbiye û li lojmanên emniyetê dimînin.
'ERKA KESÎ NÎNE KU DEST LI VÊ TÎMÊ WERDE'
Polîs ragihand ku ev tîm bi Serokkomarî û Wezareta Karên Hundir ve girêdayî ye û ev agahî da: "Kom bi kom tevdigere. Qadên ku lê wezîfedar in; li dijî Fethûllahî û PKK'iyan e. Li qadên xwe yên wezîfeyê, ti berpirsyariyeke xwe nînin. Erka wan heye ku bi rengekî kêfî tevbigerin, bi her awayî êşkenceyê bikin û hemû teknîkên lêpirsînê bi kar bînin. Midûriyeta Emniyetê nikare tiştekî ji van re bêje. Di ser hemû polîsan re tevdigerin. Ev rêxistinbûn versiyona nû ya JÎTEM'ê ye. Lê belê nizanim bê navekî wan heye yan na."
BASKÊ DADGERIYÊ YÊ TÎMÊ
Polîs her wiha diyar kir ku di nava koma ji 40 kesî de dozgerên taybet ên bi navê Rûşen Guneş, Selman Eskîler û Fatîh Çakir hene û got, "Ev dozger bi lêpirsînên rûtîn ên li Rihayê re eleqedar nabin. Tenê dest li navên krîtîk ên di dosyayên rêxistinê de werdidin û bi giranî li ser aliyê dadgeriyê yê karên vê tîmê dixebitin."
'ÊŞKENCE LI DEHAN KESÎ KIRIN'
Polîs da xuyakirin ku yên 2 salên dawî lêpirsîna bi êşkenceyê li emniyetê kir, 15 ji endamên vê tîmê ne û got, ev tîma ku bi hemû rêbazên êşkenceyê zane, ji bo li ser endam û rêveberên HDP'ê îfadeyê bidin, êşkence li dehan kesî kirin."
Polîs ragihand ku ji ber îfadeya bi êşkenceyê hate girtin, bi dehan endamên HDP'ê hatin destgîrkirin û piraniya van kesan hîn girtî ne.