Polîsê Sarisuluk kuşt, wê neyê cezakirin!

Polîsê Sarisuluk kuşt, wê neyê cezakirin!

Nerazîbûnên li hemberî serbestberdana polîsê kujerê Ethem Sarisuluk dewam dikin. Tê gotin eger polîsê kujer Ahmet Şahbaz di vê dozê de sûçdar bê dîtin jî, wê ceza nexwe.

Li gorî nûçeya rojnameya Mîlliyetê, dozgerê ku polîsê kujer sewkî dadgehê kiriye, di xala sewkkirinê de der heqê polîs de ceza naxwaze. Li gorî vê yekê, eger li polîsê kujer Ahmet Şahbaz di vê maddeyê de doz were vekirin, gunehkar bê dîtin jî wê ceza lê neyê birrîn.

Dozger Dalgali li polîsê kujer Ahmet Şahbaz sûcê "Sînorê parastina rewa derbas kir û rê li ber mirinê vekir" rave kir. Li gorî TCK, di rewşeke parastina rewa de li gunehkar ceza nayê birrîn û eger bersûc sînor derbas kiribe jî bi gotina "ji ber heyecana dikare were fêmkirin" nayê cezakirin. Ji ber ku dozgeriyê kuştina Sarisuluk bi gotina "parastina rewa" bi nav kir, eger polîsê kujer Ahmet Şahbaz sûcdar bê dîtin jî, wê ceza nexwe.

POLÎSÊN KUJER NEHATIN CEZAKIRIN

Piştî ku Qanûna Selahiyet û Wezîfeya Polîsan di 2'ê Hezîrana sala 2007'an de ji aliyê AKP'ê ve hat derxistin, di gelek bûyerên kuştinê yên mîna Baran Tûrsûn, Şerzan Kûrt, Çagdaş Gemîk, polîsên Tirk bi gotina "parastina rewa" nehatin cezakirin.