Polîsê Iraqê avêt ser kampa El Qaîdeyê
Polîsê Iraqê avêt ser kampa El Qaîdeyê
Polîsê Iraqê avêt ser kampa El Qaîdeyê
Polîsê Iraqê avêt ser kampeke ku tê gotin biryargeha leşkerî ya El Qaîdeyê ye, Kampa li nêzî bajarê Ramadî, ji aliyê serokwezîr ve hedef hatibû nîşandan.
Di serdegirtinê de polîsan konên li kampê rakirin. Tê gotin ku serdegirtin, di encama lihevkirina hêzên ewlekariyê yên Iraqê, lîderên olî û reîsên eşîrî de hatiye kirin.
Kamp beriya salekê li dû protestoyên civata Sunnî ava bûbû. Protestoyan par, bi girtina parêzvanên wezîrê aliyê destpê kiribûn. Di nava girtiyan de karsaz Rafeh El Îssawî jî hebû. Îssawî yê ku bi terorîzmê tê sûcdarkirin, îdîa dike ku hikûmet bi awayekî cidî polîtîkayeke cihêkar dimeşîne.
Serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malîkî di 22'ê Kanûnê de daxuyaniyek dabû û bang kiribû ku kamp were rakirin. Malîkî ragihandibû ku li dû avabûna vê kampê, bi demê re veguheriye biryargeha leşkerî ya El Qaîdeyê.