Polîsê Ethem Sarisuluk kuşt, hat berdan

Polîsê Ethem Sarisuluk kuşt, hat berdan

Polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ê di xwepêşandanên li Enqerê de gule berda serê Ethem Sarisuluk û ew kuşt, serbest hat berdan. Dadgehê îddîa kir ku Şahbaz "bi awayekî rewa xwe parastiye."

Polîsê bi navê Ahmet Şahbaz ê di xwepêşandanên li Kizilay a Enqerê de gule berda serê Ethem Sarisuluk û ew kuşt, ji aliyê 13. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Enqerê ve, serbest hat berdan. Dadgehê weke sedema serbestberdanê jî îddîa kir ku polîs xwe bi awayekî rewa parastiye.