Polîsan mudaxaleyî TAYAD'yan kir û 6 kes hatin binçavkirin

Polîsan mudaxaleyî TAYAD'yan kir û 6 kes hatin binçavkirin

Komek endamên TAYAD'ê ku xwestin operasyona "Vegera Jiyanê" şermezar bikin rastî mudaxaleya polîsan hatin. Di mudaxaleya polisan de 6 endamên TAYAD'ê hatin binçavkirin. 

Li Stenbolê komek endamên TAYAD'ê bi boneya 13. salvegera operasyona"Vegera Jiyanê" ya li dijî girtiyên siyasî pêk hatibû şermezar bikin li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê çalakî pêk anîn. Polisan bi mertalan mudaxaleyi komê kir û di mudaxaleyê de 6 endamên TAYAD'ê binçav kirin. Hat zanîn ku 6 kes li navenda polîsan tê rawestandin.