Polîsan li Enqereyê êrîşî hêzên ked û demokrasiyê kirin

Hêzên ked û demokrasiyê yên xwestin êrîşa li hemberî bîrdariya qurbaniyên Komkujiya Enqereyê şermezar bikin, bûn hedefa êrîşa polîsan.

Koma ji endamên demokrasiyê ku êrîşa li dijî bîryariya 103 kesên di komkujiya li Enqereyê jiyana xwe ji dest dane şermezar kir, bû hedefa êrîşa polîsên Tirk hatin. Hevserokê KESK'ê Lamî Ozgen jî bû hedefa vê êrîşê. Polîsên Tirk her wiha çek li komê kişandin. 

Komeleya Piştevanî û Şêwirmendiya 10'ê Kanûnê, bi tevlîbûna nûnerên TTB, TMMOB, KESK û DÎSK'ê êrîşa li dijî abîdeya 103 kesên di komkujiya Enqereyê de jiyana xwe ji dest dabûn, xwestin li pêş Gara Enqereyê bi daxuyaniyekê şermezar bikin. Piştî bîrdariya navê 103 kesan li ser hatiye nivîsandin hat rûxandin nûnerên KESK, DÎSK, TMMOB û TTBê li ber bîrdariyê nerazîbûna xwe anîn ziman. Polîsan bi hinceta kesekî li dora Edliyê gule berdaye hewa, destûr neda ku girse daxuyaniyê bide. Polîsan gef li kedkarên demokrasiyê xwarin û piştre êrîşî endamên sendîkayan kirin. Di êrîşê de polîsekî sivîl êrîşî Hevserokê KESK'ê Lamî Ozgen kir. 

Polîsekî hêza Çevîk jî çek li komê kişand. Kom bêyî daxuyanî bide neçar ma xwe ji herêmê vekişîne.