Polîsan li edliyeyê êrîşî parêzeran kir û li parêzerekî dan

Polîsan li edliyeyê êrîşî parêzeran kir û li parêzerekî dan

Parêzerên OHD û ÇHD'î dema ku ji bo parêzerên girtî îtîrazê bikin xwestin serî li dozgeriyê bidin li nava edliyeyê  rastî benda polîsan hatin. Ji parêzeran Ramazan Demîr ji aliyê polîsan ve hate darpkirin û destên wî pişve hatin kelepçekirin û her wiha rageşî berdewam dike.

Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ji bo parêzerên di operasyona bi navê "KCK'ê" û ÇHD'ê de hatin girtin li Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê çalakiya rûniştinê li dar xistin. Parêzerên di ketina qata yekemîn de dest bi rûniştinê kirin û qata sêyemîn de pankarta "Parêzerên şoreşger rûmeta me ne" hate daliqandin. Dema peywirdarên taybet û polîsan mudaxeleyî pankratê kirin rageşî derket. Parêzerên çalakiya rûniştinê li dar xistin mudaxele bi çepikan protesto kirin û çalakiya xwe berdewam kirin.

Parêzeran pişt re xwestin ji bo girtina hempişeyên xwe îtîraz bikin daxwaznameyan bidin dozgeriyê lê rastî benda polîsên çevîk hatin. Polîsan destûr neda parêzer derbazî qata dozger lê dimînin bibin û li ser vê yekê di navbera polîs û parêzeran de şemete derket. Polîsan parêzer Ramazan Demîr darp kir û avêtin erdê. Di dema êrîşê de Demîr li ser hişên xwe çû û destên wî pişve hatin kelepçekirinû li erdê hat rawestandin. Rageşiya di navber polîs û parêzeran de berdewam dike û polîs dixwazin 6 parêzerên dorpêçkirin binçav bikin.