Polîsan êrişî mîtînga aştiyê ya li Stenbolê kirin

Li Bakirkoya Stenbolê piştî ku Mîtînga Aştiyê hate qedexekirin, rêxistinên girseyî yên demokratîk ev rewş li Taksîmê protesto kirin. Polîsan êriş birin ser çalakiyê û gelek kes destgîr kirin.

Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê yên Stenbolê wê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê wê li Meydana Bazarê ya Bakirkoyê “Mitînga Aştiyê” li dar bixistina. Walîtiya Stenbolê lidarxistina mitîngê qedexe kir. Li ser vê yekê nûnerên Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê û girseyê xwestin li Taksîm Tunelê ji bo şermezarkirina qedexekirina mitîngê daxuyanî bidin. Beriya daxuyaniyê polîsan derdor dorpêç kir û nehişt kes li Tunelê kom bibe.

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û rojnamevan li Tunelê kêliya ku kom bûn, polîsan ew dorpêç kirin. Pîroglu tevî dorpêçê jî dirûşma “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Bijî biratiya gelan” berz kir. Hevserokê Şaxa SES’ê yê Şîşliyê Abûzer Aslan û kesek li gel wî ku xwestin biçin cihê daxuyaniyê ji aliyê polîsan ve hatin destgîrkirin.

Tevî hemû astengiyên polîsn jî girse li kuçeya ku Baroya Stenbolê lê ye kom bûn û derketin Kolana Îstîklalê û ber bi Tunelê ve meşiyan. Girseyê bênavber dirûşma “Zext nikarin me bêzar bikin” berz kirin û polîsan li Meydana Tunelê pêşiya girseyê girt û êriş kir.

Çend saet beriya daxuyaniyê polîsan avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê jî dorpêç kir. Polîsan destûr neda ku Hevserokên HDP’a Stenbolê Erdal Avci û Elîf Bûlût, rêveberên navendî û bajêr û navçeyan ên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê, Hevserokê MATUHAY-DER’ê Nesîm Ozkan ji avahiyê derkevin.

Tevî hemû astengiyan jî girse li Meydana Tunelê kom bû û polîsan mudaxele kir. Di mudaxileyê de gelek kes hatin destgîrkirin.