Polîsan êrîşî meşa Qoserê kir

Polîsan êrîşî meşa Qoserê kir

Rêxistina BDP'ê ya Qoserê bi armanca şermezarkirina 14'emîn salvegera Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê xwestin meşekê pêk bînin. Lê polîsan êrîş kir. Di êrîşa polîsan de welatiyê bi navê Ramazan Ay bi darbeya copên polîsan birîndar bû.

Meşa Rêxistina BDP'ê ya Qoserê ya bi armanca şermezarkirina 14'emîn salvegera Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê xwestin li dar bixe rastî êrîşa polîsan hat. Wekîlê Şaredar Haşîm Baday, rêveberên BDP'ê yên navçeyê, MEYA-DER, KURDÎ-DER, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û gelek kes li Qada Azadiyê hatin cem hev. Girseyê pankrata "Jiyana Rêber Apo di bin esaretê de hatî girtin em dê vegerînin cehennemê" vekirin û ji bo PKK û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan slogan hatin qîrkirin. Piştre girseyê xwest ber bi Goristana Şehîdan ve bimeşe. Polîsan destûra meşê nedan û bi ava şid û bombeyên gazê êrîş li girseyê kir.

Girseyê jî bi keviran bersiva polîsan da û Wekîlê Şaredar Haşîm Baday û Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qoserê Fettah Tekîn hatin darpkirin. Di êrîşê de welatiyê bi navê Ramazan Ay bi darbeyên copên polîsan birîndarbû. Ji bo Ay rakirin nexweşxaneyê ambulans xwestin cihê bûyerê.

Pevçûnên bi êrîşa polîsan destpê kirin berdewam dikin.