Li ber Otela Şarî Ciwan a 5 partiyên siyasî ji bo krîza serokatiya li Başûrê Kurdistanê çareser bikin civînê pêk tînin, protestoya gel didome. Hêzên ewlekariyê bi guleyên rastî êrîşî çalakvanan kirin, 6 kes birîndar bûn.
Protestoya ku îro ji saet 10.30’î ve li ber Otela Şarî Ciwan destpê kir didome. Girseya li ber Otela Şarî Ciwan kom bû, nahêle nûnerên 5 partiyên siyasî ji otelê derkeve. Hêzên ewlekariyê ku bi gaza îsotan, ava şid û guleyên rastî êrîşî girseyê kir, hat ragihandin ku 6 kes birîndar bûne. Tê diyarkirin ku 2 kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê.
Her wiha hat destnîşankirin ku girseyê eraziya vala li derdora otelê daye ber êgir, nerazîbûn nîşanî Rûdaw TV a li qada çalakiyê ye kiriye û bi keviran êrîş biriye ser wesayîta Rûdaw TV a weşana zindî dikir.
Hat ragihandin ku çalakiya protestoyê heta van saetan jî didome.