Polîsan êrîş bire ser daxuyaniya 1’ê Gulanê: 3 jê rojnamevan 33 kes destgîrkirin

Karkerên Sînbo û SMK ên bi Kod-29 ji kar hatin derxistin, xwestin ji bo 1’ê Gulanê daxuyaniyek bidin, lê polîsan êrîşî wan kirin, 3 jê rojnamevan 33 kes destgîrkirin.

Karkerên Sînbo û SML ên bi boneya endamên sendîkayê bûn û bi Kod-29 ji kar hatine derxistin, xwestin li dijî biryara qedexekirina 1'ê Gulanê li ber Fabrîkaya Etîket a SML a li navçeya Avcilara Stenbolê daxuyanî bidin. Polîsan destûra daxuyaniyê neda û mudaxeleyî karkeran kir. 

Di encama mudaxeleyê de nûçegihanê me Muhammet Enes Sezgîn, nûçegihana JinNewsê Sena Dolar, nûçegihana Kizil Bayrakê Kardelen Yogungan jî di nav de 33 kes hatin binçavkirin.

Karkerên hatin destgîrkirin bi berzkirina dirûşman bertek nîşanî polîsan dan. Polîsan kesên destgîr kirin bir Miduriyeta Polîsan.