Polîsan êrîş bire ser çalakiya EHP’yiyan a ji bo piştgiriya gelê Îranê

Endamên EHP’ê xwestin ji bo piştgiriya gelê Îranê çalakiyek lidar bixin, li ser vê polîsan êrîş kir.

Polîsan rê neda ku endamên Partiya Tevgera Kedkaran (EHP)ji bo li pêşiya Sefaretxaneya Îranê ya li Stenbolê çalakiya piştgiriyê ji bo gelê Îranê pêk bîne, kom hate derbkirin û binçavkirin.

Ji bo piştgirîkirina gelê Îranê yên li dijî polîtîkayên zextê yên rejîma Îranê rabûne raperînê, xwestin çelenga reş danin pêşiya avahiya Sefaretxaneya Îranê ya li ser Rêya Caglayan a Stenbolê. Polîsan êrîş bire ser koma EHP’ê ku xwestin daxuyaniyekê bidin.

Polîsan diyar kir ku li derdorî Sefaretxaneya Tirk çalakî qedexe ne, li ser vê yekê di navbera komê û polîsan de gengeşe derket. Polîsan bi vê pêkanîna xwe ya kêfî êrîş bire ser koma EHP’yî ya ku bi dirûşma “Gelê Îranê ne bi tenê ye” qîr dikir, çalakvan derbkirin û kirin bin çavan. Polîsên ku EHP’yî bi piştve kelepçekirin û di otobusê de jî derb kirin.