Polîsan êrîş bire ser bîranîna Pirsûsê
Polîsan êrîş bire ser ciwanên ku xwestin li pêşiya Operaya Sureyya ya li Senbolê ku ji bo 33 rêwiyên xeyalan ên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin bibîr bîne, bi kêmanî 3 kes destgîrkirin.
Polîsan êrîş bire ser ciwanên ku xwestin li pêşiya Operaya Sureyya ya li Senbolê ku ji bo 33 rêwiyên xeyalan ên li Pirsûsê hatibûn qetilkirin bibîr bîne, bi kêmanî 3 kes destgîrkirin.
Çalakiyên biranîna 33 rêwiyên xeyalan ên li Pirsûsê hatin qetilkirin dewam dike.
Piştî çalakiya li Halîtaga ya Kadikoyê û şûnde Rêxistinên Ciwanan xwestin li pêşiya Operaya Sureyya daxuyaniyek bidin. Polîsan li ser Rêya Polonya pêşiya ciwana girt. Polîsan êrîş bire ser ciwanên ku xwestin bi israr meşa xwe bidomînin.
Tevî êrîşên jî ciwanan xwe gihand pêşiya Operaya Sureyya. Di navbera ciwan û polîsan de li pêşiya avahiya Operaya Sureyya alozî der ket. Polîsan li vir bi gaza bîberê û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kir.Piştî êrîşî bi kêmanî 3 kes hatin destgîrkirin. Welatiyên derdor nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan da. Aloziya di navbera polîs û ciwanan de dewam dike.