Polîsan di serdegirtina malê de êşkence li welatiyan kir

Polîsan duh li Stenbolê girtibûn ser malan û êşkence li welatiyan kiribû. Vedat Ozdemîr ê ku êşkence li wî hatibû kirin diyar kir ew nikare bêhnê bistîne.

Polîsan, duh li Stenbolê bi awayejî hemwext bi ser gelek malan de girtibû û hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM) dengbêj Xalîde jî di nav de gelek kes destgîr kiribû. Li navçeya Bahçelîevlerê, polisan di serdegirtina malê de tundî li welatiyê bi navê Vedat Ozdemîr kirin. Ji ber ku derbarê wî de biryara destgîrkirinê tunebû polisan hevala wî Munevver Îlgîn destgîr kirin.

Ozdemîr ku polisan lê da û hê jî şopên lêdanê li ser çavê wî hene, serboriya xwe vegot. Ozdemîr, diyar kir ku polisan dema serdegirtinê gotine ku "karê xwe dikin" wî û hevala wî li erdê dirêj kirine û bi pihînan li wan dane. Ozdemîr, destnîşan kir ku polisan bi derbên tund li serê wî û parsûyên wî dane û wiha got: "Li gel ku min got ez ji serê xwe diêşim jî li serê min dan. Piştî serdegirtinê min rapora lêdanê girt. Li Munevver jî dan. Ez hê jî nizanim sûcê min çî ye. Mal serobin kirin. Li min dan û xesar dan mala min."

 Ozdemîr, bi lêv kir ku ji lêdanê bi zorê bêhn dide û distîne û ev tişt anî ziman: "Bi van êrişan hewl didin mirovan bitepisînin û bitirsînin. Rexmî ku tu sûcekî min tuneye jî li min dan û îşkence li me kirin."

Polisan kesên ku destgîr kiribûn biribûn Fermandariya Jendirmeyan ya Bajar a Stenbolê. Derbarê kesên hatine destgîrkirin ji bo 24 saetan biryara sînordarkirina parêzeran hatiye dayîn û ne zelal e ku çend kes hatine destgîrkirin.