Polîsan dest nedan CHP’yiyan

Polîsan dest nedan CHP’yiyan

Polîsên ku êrîşî rêxistên sivîl yên xwestin Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan di 41’mîn salvegera darvekirina wan de bibîr bînin, lê bel tiştek li CHP’ê nekir. Polîsên ku bi dirêjahiya rojê komên weke Kolektîfa Ciwanan, Ciwanên Muxalif, Kaldiraç, Ciwanên HDK, SDP, ODAK, SGDK yên sosyîst dorpêç kirin û bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kirin ser, dema ber bi êvariyê ve CHP’ê merasima bîranînê pêkanî polîsan tiştek li wan nekir.

Endamên Rêxistinên CHP’ê yên Bajarê Stenbolê ji avahiya Beyoglû ya CHP’ê heya Qada Galatasarayê meşiyan. CHP’iyên ku li Qada Galatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê piştî wê dawî li çalakiya xwe anîn.