Polîsan çalakiya nobetê ya malbatên girtiyan asteng kir

Malbatên girtiyan ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Polîsan li nêzî Girtîgeha Gebzeyê êrîşî malbatan kir û çalakiya wan a nobetê asteng kirin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Malbatên girtiyan jî li ber Girtîgeha Tîpa M’yê ya Gebzeyê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Malbat li nêzî girtîgehê hatin ba hev û xwestin ber bi girtîgehê ve bimeşin. Polîsan diyar kirin ku ew ê nehêlin malbat bimeşin.

Piştî ku malbatan diyar kirin ku ew ê belav nebin, polîsan êrîşî malbatan kir û xwest malbatan ji ber girtîgehê dûr bikevin.

Polîsan hemû rê girtin ên ku diçe ber girtîgehê.