Polîsan bi ser mala Parlamenter Çîçek Otlû de girt

Polîsan bi ser mala Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû de girt. Polîsan derî şikandin û di hundirê malê de lêgerîn kirin.

Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala parlamentera DEM Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlûyê de girtin. Otlû ya bi ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal mijar parve kir wiha got: “Deriyê mala min a li Stenbolê ez lê rûdinim serê sibê ji aliyê TEM’a Stenbolê ve hatiye şikandin û lêgerîn hatiye kirin. Li malê xesareke çawa heye nizanim. Ez ê ji Enqereyê derbasî Stenbolê bim. Ez ê teşhîrkirina vê bêhiqûqiyê li her derê bidomînim. Ez ê dozê lê vekim.”

Di saetên serê sibê de di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê Îzmîrê hatiye destpêkirin de polîsan li Stenbol û Îzmîrê bi ser gelek malan de girtibûn û endam û rêveberên ESP’ê, Partîzanê û SMF’ê di nav de gelek kes binçavkiribûn.