Polîsan bi guleyên plastîk êrîşî xwendekaran kir
Polîsan bi guleyên plastîk êrîşî xwendekaran kir
Polîsan bi guleyên plastîk êrîşî xwendekaran kir
Xwendekarên dibistana amadeyî yên ku ketin ezmûna YGS'ê, çalakiya protesto pêk anîn. Polîsên hatin cihê bûyerê bi guleyên plastik bi awayekî hişk êrîşî xwendekaran kirin. 3 xwendekarên ku bi guleyan birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê.
Li Mêrsînê xwendekarên ku ketin Ezmûna Derbasbûna Hîndekariya Bilind (YGS) bûn, ji bo ezmûnê şermezar bikin xwestin çalakiyê pêk bînin. Xwendekarên Dibistana Amadeyî yên endamên Kivilcim, Genç Umut û Gençlik Muhafeletî ku li ber Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê li hev kom bûn çalakî pêk anîn.
Nêzî 100 xwendekarên ku li ber Egîtîm Sen'ê kom bûn, heta Taş Bina meşiyan. Xwendekarên xwestin heta avahiya Taş Bîna bimeşin rastî astengiya polîasan hatin. Polîsan bi maşîneyên zirxî û TOMA û hêzên çevîk êrîşî xwendekaran kir. Xwendekar piştî 2 demjimêran rawestiyan û dîsa dest bi meşê kirin rastî erîşa polîsan hatin. Polîsan di êrîşê de guleyên plastîk bikar anîn û xwendekarê bi navê Veysel Er, Bariş Tumak û xwendekarê navê wî nehat zanîn birîndar kir. 3 xwendekar rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê.