Polîsan bi dehan malzemeyên dijîtal ên rojnamegeran desteser kirin

Polîsên Tirk di 8’ê Hezîranê de li Amedê avêtin ser malên rojnamevanan û şîrketên produksiyonê. Bi dehan komputer, hard dîsk û kamera hatin desteserkirin.

Di 8’ê Hezîranê de bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê 20 jê rojnemevan 21 kes hatin destgîrkirin. Dîtina dosyeyên rojnamegeran hatiye astengkirin, rojnameger jî nizanin ku ji ber çi tên sûcdarkirin.

Polîsan di heman demê de li gel malên rojnamegeran avêtin ser cihên produksiyona Pel, Piya, Arî û ajansa JINNEWS’ê.

Di serdegirtina JINNEWS’ê de 5 harddîsk, 2 laptop, komputereke montajê, 4 kartên kamera û 2 flash dîsk hatin desteserkirin.

Di serdegirtina produksiyona Pelê de 2 harddîsk, laptopek, kamerayek, peymana kar û ewraqên fermî yên şirketê hatin desteserkirin.

Di serdegirtina produksiyonên Piya û Arî de jî bi dehan komputer, hard dîsk, laptop û alavên rojnamevaniyê hatin desteserkirin. Di derbarê hejmara desteserkirina alavan de ti agahî nehatin bidestxistin. Hê jî polîs li ber deriyên produksiyonên Piya û Ariyê ne.