NÛ BÛ

Polîs û faşîstan êrîşî daxuyaniya HDP'ê kirin

Polîs û faşîstan êrîşî daxuyaniya HDP'ê kirin, ku li pêşiya Mizgefta Şîşlî bi dirûşma "Em xwedî li vîna xwe derdikevin" hat dayîn.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û Meclîsa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) a Stenbolê, li ber Mizgefta Şîşliyê bi şîara “Em xwedî li vîna xwe dertên” daxuyanî da.

Di çalakiya ku pankartên li ser “Vîna gel teslîm nayê girtin”, “Wekîlên min îradeya min e, dest nede îradeya min” hat vekirin de dirûşmeyên wek “HDP rûmeta min e, rûmet li ser piya ye”, “Li derve, li hundir hucreyan perçe perçe bike” hatin berzkirin. Çalakiya ku Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Huda Kaya, Hevserokên HDP’a Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel jî beşdarî wê bûn, Platforma Şaxên KESK’ê ya Stenbolê, Nûnertiya Herêmê ya DÎSK’ê, Odeya Bişîşkan a Stenbolê, Federasyona Elewiyên Bektaşî, Komeleya Elewiyên Demokratîk, Çareseriya Demokratîk, Partiya Şoreşger jî iştevaniya wê kirin.

Rêveberê HDP’a Stenbolê Yilmaz Yucel ê ku daxuyanî da polîtîkayên AKP’ê yên êrîşkar bibîr xist. Yucel ê ku got, girtina hevserok û parlementerên HDP’ê yên ji aliyê milyonan ve hatine hilbijartin, raste rast derbeya li dijî vînê ye û wiha axivî: “Li gelek bajaran li dijî rêveberên partiya me operasyon hatine lidarxistin û gelek hevserok û endamên meclîsa partiya me bi derbkirinê hatine binçavkirin.”

‘GIRTIN DAWIYA DÎKTAYA AKP’Ê NE’

Yucel li dijî girtina 370’ê saziyên ku xebatên civaka sivîl dimeşînin jî bertek nîşan da. Yucel diyar kir ku, girtina hevserok û parlemneterên HDP’ê, girtina saziyan encama polîtîkayên tektîpî yên îktîdara AKP’ê û dîktaya qesrê ne û wiha got: “Ev nêzîkatiya dewletê, di serî de Yekîtiya Ewropa ji aliyê gelek rêxistinên mafên mirovan, huqûqê û partiyên siyasî yên cîhanê bertek stendin.”

Piştî daxuyaniyê, dema Parlementera HDP’ê Huda Kaya xwest baxive komeke nîjadperest, êrîşî HDP’yiyan kir. Polîsan li şûna ku koma faşîst bide rawestandin, bi gaza îsotan êrîşî HDP’yiyan kir. Di dema êrîşê de gelek kesên xwestin dîmenan bikşînin ku di nav wan de Nûçegîhanê Rojnameya Cûmhûriyetê Alî Acar jî hebû, ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin.

Piştî êrîşê girseya ku bi berzkirina dirûşmeyan ber bi AVM’ya Cevahîrê ve meşiya, dubare rastî êrîşa polîsan hat.

...