Polîs hem lê xist û hem jî li şopa çekê geriya
Rojnamevana kovara Yuruyuşê Ebru Yeşîl İrmak ku bi guleya polîs bi giranî birîndar bibû û beşek ji kezeba wê û pişika wê hatî jêkirin, çawa ku ji emelîyatê derket bû hedefa polîsan.
Rojnamevana kovara Yuruyuşê Ebru Yeşîl İrmak ku bi guleya polîs bi giranî birîndar bibû û beşek ji kezeba wê û pişika wê hatî jêkirin, çawa ku ji emelîyatê derket bû hedefa polîsan.
Rojnamevana kovara Yuruyuşê Ebru Yeşîl İrmak ku bi guleya polîs bi giranî birîndar bibû û beşek ji kezeba wê û pişika wê hatî jêkirin, çawa ku ji emelîyatê derket bû hedefa polîsan. Polîs çawa ku kete nexweşxanê li ser destê Yeşîlirmak ku li ser darbestê bi bêhiştî dirêjkiri bû, li şopê çekê geriya.
Rewşa rojnamevana kovara Yuruyuşê Ebru Yeşîlirmak, dema ku bi wesayîteke taybet li ser rêya Baraj Yolu ya Taxa Gaziyê ya girêdayî Sultangaziyê bi guleya ku ji çeka polîs derketî bi giranî birîndar bibû û duh ew rakiribûn Nexweşxaneya Cerrahpaşayê ber bi başiyê ve diçe. Yeşîlirmaka li gel ku hatibû emeliyatkirin hê jî dibeşişî rakirin serwîsa normal. Duh dema ku me seriyek da Yeşîlirmak a 25 salî ku parçeyek ji kezeba wê û pişika we hatibû jêkirin hê nû ji emeliyatê derketibû. Rewşa nîv-xayisî ya Yeşîlirmak a li ser darbestê jî nekarî ku polîs bide sekinandin. Polîs bêyî ku li bendê bimîne Yeşîlirmak bi ser hişê xwe ve were, kete yekîneya taybet ku mirovên ji emeliyatê derdikevin li wir têne bicihkirin, têkildarî bê ka Yeşîlirmak rahiştiye çekê yan na, dest bi lêkolîna şopgerînê kir. Li hemberî vê rewşê malbat û parêzeran nerazîbûn nîşan dan lê ewlekariya taybet a nexweşxanê pêşî li vê girt.
SEPANÎNA DEST SVAPÊ XWE ŞOFANDINÊ YE
Parêzera Buroya Hiqûqa Gel Oyas Aslan got, ev sepanînên kêfî yên polîsan bi mebesta xwe şofandinê ye. Aslan got, Ebru Yeşîlirmak ji mêj ve ye bi dildarî rojnamevantiya kovara Yuruyuşê dike, hem ji ber xebatên wê yên rojnamevaniyê û belavkariya kovarê ji hêla polîs ve tê nasîn û di nava şeş mehan de du caran hatiye binçavkirin. Aslan got, Yeşîlirmak herî dawî 27ê Hezîranê, roja Duşemê, bi mebesta danasîna kovarê di vegera rêya barajê de ku gel li wir piknîkê dikin, ji polîsan re bûye hedef , ‘’Pêşiya wesayîta ku Yeşîlirmak û hevalê wê Gokhan Yildirim tê de ne,ji hêla mînîbuseke bi marka Walksvagen Transporter û yek jê jî gewr ji hêla 3 wesayîtan ve tê birîn. Gokhan ku wesayît bi kar tanî got qey doza rê dike û xwe dikişîne qiraxa rê, lê belê hê bêtir ew têne asêkirin. Dema ku yên ji erebeyê dadikevin çekên lûledirêj derdixînin. Yildirim bi lez seyareyê bi pêş ve dajo û di wê gavê de ji paş ve li wan tê reşandin û Ebru tê birîndarkirin.’’ Aslan diyar kir polîsan nehişt ku ambûlans bê mala ku Yeşîlirmak bi birîndarî xwe avêtibûyê û bi ser de li gel ku bi giranî birîndar jî bû polîsan destê wê ji paş ve kelepçe kirine.
‘ARMANC PIRNISANDINA ŞOREŞGERAN E’
Aslan diyar kir, ew ji Qereqola Gaziyê agahdar bûye ku Yeşîlirmak hatiye birîndarkirin û got, ji bo tespîtkirina polîsê ku Yeşîlirmak birîndar kiriye û ji bo ku der heqê polîs de xebata ‘’teşebbusa kuştina bi qest’’ were kirin, serî li Dozgeriya Komarê ya Stenbolê daye. Arslan diyar kir, polîs wêrekiya xwe ji rayeyên zêde distînin û pir bi rehetî bi mebesta kuştinê dikarin li mirovan bireşînin û bi bîr xist, beriya niha jî belavkarê kovara Yuruyuşê Ferhat Gerçek jî bi heman şiklî ji hêla polîs ve hatiye birîndarkirin û şeht maye. Aslan got,’’ her carê hinceteke wan heye. An dibêjin bersiv neda banga hişyariyê û yan jî dibêjin şer derket. Ti pêbawerî bi van gotinan nayê. Mesele li vir pirnisandin, çavtirsandin, çewisandina şoreşgeran e.’’