Polatsoy: Ez teslîm nebûm, bila hevalên min jî teslîm nebin

Rapora rapora mufetîşan a li ser komkujiya Enqereyê ku 103 kesan jiyana xwe ji dest dan, îdîaya 'rêxistina terorê ya kokteyl a DAIŞ-PKK'ê ku ji aliyê Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû ve hat kirin, pûç kir.

Rapora rapora mufetîşan a li ser komkujiya Enqereyê ku 103 kesan jiyana xwe ji dest dan, îdîaya 'rêxistina terorê ya kokteyl a DAIŞ-PKK'ê ku ji aliyê Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû ve hat kirin, pûç kir.

Rojnamevan-nivîskar û siyasetmedar Mehmet Serhat Polatsoy, bi îdîaya 'beriya êrîşa bombeyî di medya civakî de parvekirinek li ser teqînê kiriye' hat binçavkirin û piştî îspat bû ku Polatsoy bêguneh e, vê carê ew ji 'endametiya rêxistinê' girtin.

Siyasetmedar Mehmet Serhat Polatsoy armanca vê komploya li hemberî xwe ji ANF'ê re vegot.

Polatsoy da xuyakirin ku ji rapora mufetîşan jî tê fêmkirin, ku îstîxbaratê beriya çalakiya aştiyê dizanîbû wê êrîşeke bombeyê zindî pêk were û destnîşan kir, ku ev rapor hem neçaretiya dewletê hem jî têkçûna AKP'ê nîşan da.

ARMANCA KOMPLOYÊ

Polatsoy da zanîn, ku derket holê yê tweeta mijara gotinê nivîsandiye ne ew e, lê tevî vê yekê jî di manşetên medya hawiz de wêneyên wî hatine weşandin û nûçeyên li dijî wî hatine çêkirin.

Polatsoy got, "Bi vê yekê ve xwestin nêrînekê bixin serê civaka Tirkiyeyê. Di hedefê de ez hebûm, lê li aliyê din HDP hebû. Tevî vê yekê Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mehlîh Gokçek mîna endamekî îstîxbaratê, bêyî bibetile û li ber xwe bikeve, li 44 qenalên televîzyonê geriya û li hemberî min û HDP'ê kampanya reşkirinê meşandin. Beriya hilbijartinê, ji bo kêmkirina dengên HDP'ê çi ji destên wî hat kir."

'DI ŞEXSÊ MIN DE HDP HEDEF HAT GIRTIN'

Siyasetmedar Mehmet Serhat Polatsoy da xuyakirin, ku Gokçek hewl da komkujiya li Enqereyê li gorî mejiyê Erdogan û Davûtoglû bi rengekî 'hevkariya DAIŞ-PKK'ê' nîşan bide û got, "Endametiya min a li nava partiyeke siyasî, bernamzetiya min a li nava HDP'ê jî rabûn weke delîl nîşan dan. Tevî min, civakek û partiyek hedef girtin. Ev hedefgirtin taktîkî bû û komployek bû ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de navê vê komkujiyê û HDP'ê bi hev re bibîr bînin. Yanî gel wê komkujî tevî HDP'ê bibîr baniya. Û dema bi vê têgihiştinê deng bi kar baniya, wê dengên HDP'ê kêm bibûya. Tişta xwestin bixin hişê mirovan ev bû. Dek û dolaba digerandin, ev bû."

'EZ TESLÎM NEBÛM, BILA HEVALÊN MIN JÎ TESLÎM NEBIN'

Polatsoy ragihand, ku HDP hat vê lîstikê û got, "Çawa ket vê xefikê? Eger HDP piştî serbestberdana min bigota 'Ew tweet ne ya Polatsoy ê HDP'yî ye' û ev yek di çapemeniyê de îlan bikira, ne Melîh Gokçek dikarîbû min sûcdar bike, ne ewqas bûyer bi serê min de dihat, ne jî dengên HDP'ê ewqasî kêm dibû. Lê dîsa jî tişt nabe! Heta nefesa xwe ya dawî ez ê xwedî li HDP'ê dewrkevim û ji bo serketina wê têkoşîna xwe bidomînim. Xwestin vê komployê bi îşkenceya li hemberî min, temam bikin. Lê min li ber xwe da û ew bi ser neketin. Bila ti ji hevalênmin li pêşberî komploya ji rêya xwe venegerin. Ez teslîmî vê komployê nebûm, bila hevalên min jî teslîm nebin."