Polat: Ji bo meşê 34 rêxistinan bang kirin
Endamê Komîteya Amadekar a Meşa Parîsê Egîdd Polat diyar kir ku bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê wê di nava hefteyê de çalakî bên lidarxistin.
Endamê Komîteya Amadekar a Meşa Parîsê Egîdd Polat diyar kir ku bi wesîleya salvegera komkujiya Parîsê wê di nava hefteyê de çalakî bên lidarxistin.
Paytexta Fransa Parîs amadekariyê dike ku roja 6'ê Çileyê komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê bi meşekê şermezar bike. Çalakiya îsal bi dirûşma "Sala 5'emîn: Bêdengî, înkara edaletê û bêcezahiştin" tê lidarxistin.
Endamê Komîteya Amadekar a Meşê Egîd Polat da xuyakirin ku 34 sazî, rêxistin û partiyên siyasî yên Fransayê ji bo meşa 6'ê Çileyê banga tevlîbûnê kirine.
Polat got, "Hefteya destpêkê ya meha Çileyê, wi li Parlamenta Fransayê nûnerên Partiya Komunîst a Fransayê, Partiya Çep û Partiya Keskan li ser komkujiya Parîsê pêşnûme pirsekê pêşkêşî Wezareta Edaletê ya Fransayê bikin."
Polat anî ziman ku wê li ber Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku her sê şoreşgerên Kurd lê hatin kuştin, plaketa bîranînê ya Şaredariya 1. a Parîsê ji bo Cansiz, Dogan û Şaylemez amade kir, bê vekirin.
Polat her wiha diyar kir ku wê li avahiyên Şaredariya 10. a Parîsê û Şaredariya Choîsy le Roiyê ji 1'ê Çileyê û pê ve wêneyên her sê şoreşgerên Kurd bên daliqandin.