Platforma Taksîmê banga diyalog û danûstandinan kir

Platforma Taksîmê banga diyalog û danûstandinan kir

Temsîlkarê bexwedana Taksîmê Platforma Taksîmê careke din xwest, berpirsyarên dijwariya polêsan ji wezîfeyê werin girtin û bên cezakirin. Platformê banga diyalog û danûstandinan kir.

Platforma Taksîmê, di roja 11. a çalakiyên Parqa Gezî de daxuyanyek da û destnîşan kir ku ewê ji hemû hewldanên zerarê bidin têkoşîna mafdar, xwe dûr bixînin. Platformê careke din xwest berpirsyarên dijwariya polêsan ji wezîfeyê werin girtin û bê cezakirin. Platformê her weha bang diyalog û danûstandinan kir.

Platformê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina rewşeke siyaseta demokratîk û destnîşan kir, ku ew her rêbazên çalakiyan ên gefê li ezmûna jiyana bi hev re dixun, gelekî xetere dibînin.  Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em careke din daxwaza tînin ziman ku berpirsyarên vê dijwariya bi rojan dewam dike ji wezîfeyê bên girtin, werin cezakirin û ji bo dijwarî biqede û aştî pêk were banga danûstandinan dikin. Rêya yekane  ya çareseriya pirsgirêkê diyalog û danûstandin e."