Platforma Rojhilat a ji bo Rojava: Xwedî li Rojhilat derkevin

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê platformek ava kirin. Platformê destnîşan kir ku yekîtî ji bo Kurdan çeka herî xurte û bang li hêzên li Kurdistanê kir.

Partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê bi pêşengiya KNK'ê li salona Westmanska Palatset a bajarê Stockholm ê Swêdê li hev kom bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, Rêbwar Reşîd destpêkê axivî.

Di pey re sînevîzyonek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hate nîşandan û dûre endamê Komîteya Rêveber a TEV-DEM'ê Aldar Xelîl bi rêya telefonê ji beşdaran re axivî.

Xelîl destnîşan kir ku şerê niha li dijî dagirkeriya dewleta Tirk tê kirin şerê çarenûsa gelê Kurde û bal kişand ser girîngiya çalakî û kombûnên bi vî rengî yên ji bo piştevaniya berxwedana Rojava.

Li dû axaftina Aldar Xelîl nûnerên partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê derketin ser dikê û helwesta xwe destnîşan kirin.

'BERXWEDAN Û HELWESTA HEYÎ GIRÎNGE, LÊ TÊRA ASTENGKIRINA QIRKIRINÊ NAKE'

Beşdaran bal kişandin ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Rojava, her wiha êrişên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê û got, "Cara yekemîn nîne ku gelê Kurd dikeve ber komkujiyan. Vaye Rojhilat jî rabû. Îro roja yekîtiya Kurdane. Şerê wan rejîm û xwînxwaran komkujî û tinekirina Kurdane. Yekîtî ji bo Kurdan çeka herî mezine. Divê ev platform tevahiya rêxistinên Kurdan li hev kom bike û bibe gaveke mezin. Raste berxwedana Rojava gihaştiye asteke cîhanî, lê mixabin ev yek negihaştiye wê astê ku karibe gelên li Rojava ji qirkirinê û dagirkeriyê biparêze."

Beşdaran bi bîr xistin ku niha li her bihosta xaka Kurdistanê cangorî hene û gotin, "Ne girînge bi ser kîjan partî yan jî rêxistinê ye. Çi pêşmerge çi jî gerîla. Bi kincên civakî be yan jî fermî be. Eger ew di oxira welat de canê xwe ji dest dabûye, lazime em lê bibin xwedî. Divê li tevahiya al û sembolên welatê xwe bibin xwedî. Em li tevahiya serok, serkirde, pêşengên partî û rêxistinên xwe bibin xwedî. Divê em xwe ji berjewendiyên şexsî rizgar bikin û ber bi asteke neteweyî ve biçin."

ÇAWA KU ROJHILAT LI HEMÛ PARÇEYÊ KURDISTANÊ DIBE XWEDÎ, DIVÊ BEŞÊN DIN ÊN KURDISTANÊ JÎ LI ROJHILAT BIBIN XWEDÎ

Piştî ku platform bi dawî bû komxebatek hate kirin. Beşdaran bal kişandin ser rewşa heyî ya li Rojhilatê Kurdistanê û gotin, "Ji ber rewşa li Rojhilatê Kurdistanê lazime em bi awayekî warete weke tevahiya rêxistin, tevger, saziyên civakî yên Kurd li Rojhilat bibin xwedî, ji bo paşeroja welatê xwe tevbigerin. Çawa ku rojhilat xwedî li her rewşa li her beşê kurdistanê derket, lazime em li hem li dervey welat û hem li welat xwedî li rojhilat derbikevin."

Partî û saziyên tevlî platforma piştgiriya Rojava bûn:

HIZBA DEMOKRAT A ÎRAN
PJAK
KOMELEY ZEHMETKÊŞANÎ KURDISTAN
YEKITÎ NÎŞTIMANÎ KURDISTAN
TEVGERA GORAN
HİZBÎ DEMOKRATÎ KURDISTAN
PARTIYA PÊŞVERÛ
NUNERA NCDK-SWED
REWTA SOSYALİST KOMELE
KONGREYA NETEWİ YA KURDISTAN
TEVGERÎ KURD F S 
TEVGERÎ KURDAYETÎ
PSK