BI DÎMEN

Platforma NA li Kolnê panelek lidar xist

Platforma NA li Kolnê panelek lidar xist û bang li her kesî kir, ku li ber rejîma şexsekî rabin.

Panel li Eurosalê pêk hat û Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûba Hezer, rojnamevan Ayşe Yildirim, siyasetmedara Kurd Şukran Sîncar, Akademîsyenê Aştiyê Ûtkû Sayin û SerokAê AABF Ozgur Oz weke qiseker tevlî bûn.

Serokê AABF Oz di destpêkê de axivî û got, "Me li Elmanyayê li dijî nîjadperestî û faşîzmê hêza xwe kirin yek. Piştre hin astengî derketin. Cihê kêfxweşiyê ye ku em ev astengî ji holê rakirin û em bi hev re ne. Em hewl didin jehra sedsalê ji holê rakin."

'AKP SERBERJÊR BÛYE'

Ayşe Yildirim nerazîbûn nîşanî girtina nûçegihanê Dîe Welt Denîz Yucel da û pêvajoya referandûmê nirxand. Yildirim da xuyakirin, ku li gorî anketan yekemcar navenda AKP'ê derizî ye û AKP serberjêr bûye. Yildirim destnîşan kir, rêjeya hilbijêrên AKP'ê kêm bûye û bang li alîgirên dengê 'NA' kir ku xwedî li sindoqan derkevin.

'DEMA ME BI HEV RE GOTIN NA, EM Ê HINGÎ BI SER BIKEVIN'

Şukran Sîncar jî bi şermezarkirina êrîşa PDK'ê ya li Şengalê dest bi axaftina xwe kir û got, "Êrîşên li Kurdistanê tên kirin, tirsa ji ber hêza rêxistinbûyî ya gelê Kurd a bi pêşengiya jinên Kurd e."

Sîncar li dijî rejîma şexsekî banga dayîna dengê 'NA' kir û got, "Eger em bi hev re bêjin 'NA' em ê hingî bi ser bikevin."

'EW TILIYÊN LI ME DIHEJÎNIN, WÊ BIŞIKÊN'

Akademîsyen Ûtkû Sayin ku ji ber mohra xwe danî binê belavoka aştiyê ji zanîngehê hat avêtin, da xuyakirin ku bi hezaran kes bi neheqî niha li Tirkiyeyê di girtîgehê de ne. Sayin got, "Ew tiliyên li me dihejandin, wê bişikên. Ji ber eger em Kurd, Elewî, Asûrî, Ermenî, sosyalîst, sosyal demokrat li hev bicivin, wê gelek tişt biguherin."

Sayin bang li her kesî kir ku biçin ser sindoqan û dengê 'NA' bidin.