Platforma 'Êdî Bes e' ji bo meşa 6'ê Çileyê ya li Parîsê bang kir
Platforma Edî Bes e 3 jinên şoreşger ên komkujiya Parîsa bi bîr anî û banga tevlêbûnê li meşa 6’ê Çile ya Parîsê kir.
Platforma Edî Bes e 3 jinên şoreşger ên komkujiya Parîsa bi bîr anî û banga tevlêbûnê li meşa 6’ê Çile ya Parîsê kir.
Platforma Êdî Bes e ji bo salvgera Komkujiya Parîsê banga tevlêbûna li meşa Parîsê ya 6’ê Çile kir.
Platformê bal kişande ser qetilkirina yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz (Sara), siyasetmedara Kurd Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylamez û got, ‘’Li naverasta Parîsê bi destê tîma komkujiyê, MÎT’a Tirk, 3 şervanên azadiyê bi bêbextî hatine kuştin.’’
‘JIN LI PEY SAKÎNE DIÇIN’
Platformê diyar kir ku bi zanebûna Sakîn Cansiz hatiye hilbijartin, bi qetilkirina yek ji qedroya pêşeng a PKK’ê Sakîne Cansiz xwestin ku şopdarên Sakîne Cansiz çavtirsandî bikin lê berovajî vê, bi sedan jinên Kurd ji bo ku bibin Sakîneyên nû di mewziyên pêş de cihê xwe girtine.
BANG
Platforma Êdî Bes e ji bo meşa 6’ê Çile ya Parîsê bang li hemû kes û saziyên şoreşger, demokrat, pêşverû kir ku ji bo meşê hazir bin û hesab ji komkujiyan were pirsîn.