Piştî terora dewletê vê carê jî talûkeya madenê
Piştî terora dewletê vê carê jî talûkeya madenê
Piştî terora dewletê vê carê jî talûkeya madenê
Gundiyên Otluk ê girêdayî Şêrwan a Sêrtê ku bi salan rastî terora dewletê hatin û neçar man gundê xwe terk bikin niha jî ji ber ocaxa madenê ya li ber gund hatiye çêkirin û rê li ber heyelanê vedike re rû bi rû ne û her wiha di bin gefa Muduriyeta Tapû û Kadastroyê de ne ku bi îddîaya gundê wan herêma daristanê ye dixwazin ji wan bistînin. Ahmet Buk ê ji gund pirsgirêkên pêre rû bi rû ne ji ANF’ê re nirxand.
Niştecihên gundê Otluk ê girêdayî Şêrwana Sêrtê di salên 1986-1989’an de ji ber terora dewletê neçar man gundê xwe terk bikin. Di sala 1999’an de li ser esasê nîzamkirina projeya Vegera Gundan û Rehabilîtasyonê jî şertê tenê ji bo gundiyên beyankirina ku bûne mexdûrê terorê bidin wê tezmînatê bigirin, hat ferzkirin. Tevî her tiştî jî niştecihên gundê Otluk di sala 2000’î de vegeriyan gund û ji ber vê projeyê tezmînat negirtin. Gundiyên ku çend caran gundê wan hat şewitandin, neçarî koçberiya bi darê zorê bûn, paşê bê tezmînat hatin hiştin di roja me de ji ber ocaxa madenê ya li ber gund hatiye çêkirin bi heyelanê re rû bi rû ne û her wiha di bin gefa Muduriyeta Tapû Kadastro ya Sêrtê de ne ku bi hinceta gund herêma daristaniyê hewl didin ji gundiyan bistînin.
JI BO EM VENEGERIN SÊ CARÎ GUNDÊ ME ŞEWITANDIN
Ahmet Buk ê ji gundê Otluk ji ber zexta dewletê ya ku digot, “Ya hûn ê bibin cerdevan an jî hûn ê gund terk bikin di sala 1986’an de neçar maye koçî Stenbolê bike. Buk wan rojan wiha vedibêje: “Piştî van gefan di sala 1986’an de ez neçar mam koçî Stenbolê bikim. Di sala 1989’an de jî tevayî gund neçarî koçberiyê hat kirin. Piştî gund bi temamî hat valakirin. Di salên 1989-1992’yan de jî ji bo em careke din venegerin, gundê me sê caran hat valakirin. Tevayî darên me yên gûzan û zeviyên me xera bûn.
Ahmet Buk destnîşan dike ku gundî li metropolên Tirkan ên wek Stenbol, Îzmîr û Edeneyê belav bûn, û li wan deran jî rastî zextan hatine.
QEYMEQAM BI TUGLA Û ÇÎMENTO GEL XAPAND
Buk der barê hatina gund de jî wiha got: “Di sala 1999’an de dema di bin navê Projeya Vegera Gundan û Rehabilîtasyonê de nîzamkirinek derket min serî li Göç-Der’ê da û wek malbat min mexdûriyeta ku em pêre rû bi rû man min vegot. Paşê her çi qasî di çarçoveya qanûnê de ji bo tezmînatê me serlêdan kir jî kesî tu bersiv neda. Dîsa jî di sala 2000’an de wek 15 malbat em vegeriyan gund. Qeymeqamê wê demê bi 500 tugla û 30 torbe çîmento gundî dixapand. Gundiyan bi derfetên xwe malên xwe ji nû ve çêkirin. Min jî bi vî awayî mala xwe çêkir. Ji ber ku gund sê carî hatibû şewitandin ax pirr bê berhem bû. Lê tevî vê jî bi dewlet û sermayeyê gav şûnde neda avêtin.
OCAXA MADENÊ Û KABÛSA TAPU KADASTRO
Buk der barê ocaxa madenê û gefên Muduriyeta Tapû û Kadastro jî wiha dibêje, “Paşê li gundê maden ê nêzî gundê me ji aliyê Holdîng Park Elektrîk a girêdayî grûba Cîner ocaxa madenê hat çêkirin. Vê carê her cih bû siyanur û ava xwezayî ya diherikî jî êdî nayê vexwarin û mirov nikare têde şûştinê bike. Ava madenê bi ku derê ve diherike wir hişk dike. Axa me bi erozyonê re rû bi rû hatiye. Niha rewşa me hemûyan di talûkeyê de ye. Eger wer berdewam bike heta 5 salan wê her kes bi kanserê bikeve. Ev jî têr nekiriye, Tapû Kadastro gund wek herêma daristanê îlan kir. Dewleta ku duh bi zexta ferzkirina cerdevantiyê gund vala kir û şewitand, îro bi ocaxa madenê û kadastroyê hewl dide jiyana me li me bike kabûs.”