Piştî gel hat 'Şehîdgeha Xerzanê' leşker vekişiyan

Piştî gel hat 'Şehîdgeha Xerzanê' leşker vekişiyan

Serê sibê polîs, leşker û cerdevanan "Şehîdgeha Xerzanê" ya li gundê Olek ê Bedlîsê dorpêçkirin û piştî welatiyan bertek nîşan dan ji şehîdgehê vekişiyan.

Serê sibê polîs, leşker û cerdevanan "Şehîdgeha Xerzan" a ku li gundê Olek ê Bedlîsê dorpêçkirin. Piştî welatiyan bertek nîşandan û li hemberî wan ber xwe dan neçar man vekişiyan. Nobeta welatiyan a li goristana gorên gerîlayên PKK'ê lê didome û serê sibê ji aliyê polîs, leşker û cerdevanan ve hate dorpêçkirin. Piştî welatiyên nobet digirtin û welatiyên derdorê bertek nîşanî polîs, leşker û cerdevanan da çûn gundê Xumaç ê ku 4 km ji herêmê dûr. Piştî bûyer hate bihîstin rêveberên Bedlîs, Tetwan û Norşînê û gelek welatî çûn herêmê. Li serê vê yekê polîs, leşker û cerdevanên li gundê Xumarê ji gund derketin.

Nobeta welatiyan a li hemberî êrîşeke li dijî goristanê didome.