'Piştgiriya ji Kobanê re sembola sekna polîtîk e'

'Piştgiriya ji Kobanê re sembola sekna polîtîk e'

Pêkhateyên Parîs ên “Li hember DAIŞ ji bo Kobanê û mirovatiyê cîhan dimeşe” di civîna çapemeniyê de diyar kirin ku piştgirîdayîna Kobanê,  pirsgirêka mirovatiyê û sembola sekna polîtîk e.

Pêkhateyên Parîs ên “Li hember DAIŞ ji bo Kobanê û mirovatiyê cîhan dimeşe”, li Lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk saet 11.00’an civîneke çapemeniyê li dar xistin.

Di civînê de li ser navê 40 sazî, komele, partî û sendîkayên piştgiriyê didin çalakiyê nûner amade bûn. Nûnerê Parîsê yê PYD’ê Xalid Îsa, ji rêveberiya Sendîkaya Solîdaîre Anouck Colombanî, Parlamentera Parlamentoya Ewropa Marîe-Chrîstîne Vergîat û li ser navê Komeleya Piştevaniya Fransa Kurdistan Mîchel Laurent axivîn.

Axaftina destpêkê ji aliyê nûnerê PYD’ê yê Parîsê Xalid Îsa ve hat kirin. Îsa di axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkaya qirêj a Tirkiyeyê ya li hember Sûriye û Kurdan û wiha got, “Tirkiye li Rojava ji pergala bi awayekî wekhev, demokratîk û laîk ditirse.”

Piştî Îsa ji Sendîkaya Solîdaîre Anouck Colombanî mafê axaftinê wergirt. Colombanî wiha axivî:  “Piştgiriya ji Kobanê re îro hem ji bo pirsgirêka mirovatiyê û hem jî sembola sekneke polîtîk e. Piştgiriya ji Kobanê re dijderketina li hember polîtîkayên emperyalîst û paşverûtiya herêmê ye. Lewma em li rex Kobanê ne. Lewma em ê 1’ê Mijdarî li qadan bin.”

Marîe-Chrîstine Vergîat, jî got ku welatên Ewropa û Fransa polîtîkayeke dualî dimeşînin.

Li ser navê Komeleya Piştevaniyê ya Fransa Kurdistan jî Mîchel Laurent axivî. Laurent bi bîr xist ku kesên 1’ê Mijdarê organîze kirine ne tenê li rex “berxwedan”ê  di heman demê de li rex “pergala kesên berxwedanê pêş dixin” cih digirin.

Laurent bi bîr xist ku li Rojava di mijara demokrasî, mafê mirovan, ekolojî û jinan de şoreşek tê avakirin û got, “Wê Hollande Elîsee jî Erdogan bike mêvan. Em ê jî roja Înê saet 14.00’an li ber Wezareta Karên Derve çalakiyê li dar bixin” û diyar kir ku serdana Erdogan şermezar dikin.

Laurent diyar kir ku pêwîst e dewleta Fransa bi nûnerên berxwedanê rayedarên PYD’ê re rûnin û bang kir da ku 1’ê Mijdarê her kes li Qada Bastîlle be.