Piştevaniya navneteweyî ya bi HDP’ê re mezin dibe: Bi sedan peyam hatin şandin

Li dijî doza girtinê ya li ser HDP’ê piştevaniya navneteweyî mezin dibe. Ji 20 welatan gelek partî, rêxistin, parlamenter û kesên tên naskirin, peyama “Em li dijî desthilatdariya Tirk bi HDP’ê re ne” dan.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi saîqên siyasî doza girtinê li dijî HDP’ê vekiriye. Parastina devkî ya têkildarî doza girtinê, wê 11’ê Nîsanê were kirin. Gelek partî û parlamenterên siyasî yên navneteweyî nerazîbûn nîşanî doza girtinê ya li ser HDP’ê hatî vekirin, dan û gotin: “Dem dema piştevaniya bi HDP’ê re ye.”

Ji 20 welatan partiyên cuda, 6 partiyên sîwanê yên navneteweyî, ji Parlamentoya Ewropayê keskan, komên demokrat û çepgir ên civakî, parlamenter, Koma Çepgir a Konseya Ewropayê û ji welatên cuda bi sedan parlamenter peyama piştevaniya bi HDP’ê re dan.

Ji qada navneteweyî partiya siyasî, tifaq, siyasetmedar û parlamenter nerazîbûnên xwe yên li dijî zext û êrîşên li ser HDP’ê didomînin. Party of Eûropean Socîalîsts (Partiya Sosyalîstan a Ewropayê-PES), Eûropean Free Allîance (Tifaqa Azad a Ewropayê -EFA), Eûropean Green Party (Partiya Keskan a Ewropayê), Party of the Eûropean Left (Partiya Çepgir a Ewropayê), Progressîve Allîance (Tifaqa Pêşverû), Progressîve Înternatîonal (Enternasyonala Pêşverû) û partiyên siyasî ên di Parlamentoya Ewropayê de diyar kirin ku ew li dijî doza girtinê ya li ser HDP’ê ne û bi HDP’ê re di nava piştevaniyê de ne.

ÛEL: EM BI HDP’Ê SERBILIND IN

Çepgira Ewropayê ya Yekgirtî ku koma wê di Konseya Ewropayê de heye, ev daxuyaniyî da:

“ÛEL qedexekirina HDP’ê ya bi awayek nîhaî, bi tundî rexne dike. Hikûmeta Tirk divê demildest kiryarên xwe yên bi armanca siyasî yên li ser partiyê, rawestîne. Divê sîstema Edaletê bi temamî ji siyasetê serbixwe bimîne. Em bi HDP’ê serbilin din.”

S&D, KESK/EFA Û GÛE/NGL: DI TÊKÎLIYÊN YE Û TIRKIYEYÊ DE WÊ DERBE ÇÊBIBE!

Ji PE’yê ku 705 parlamenterên wê di Parlamentoya Ewropayê de hene S&D, Greens/EFA û komên GÛE/NGL’ê ji bo piştevaniya bi HDP’ê daxuyaniyek hevpar dan. Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan ku 144 parlamenterên wê hene (Groûp of the Progressîve Allîance of Socîalîsts and Democrats-S&D), Tifaqa Azadiyê ya Keskan û Ewropayê ku 75 parlamenterên wê hene (Greens/Eûropean Free Alîance-Greens/EFA) û Çepgira Yekgirtî ya Ewropayê/Çepgira Kesk a Nordîk bi daxuyaniyek hevpar destnîşan kirin ku ger HDP were girtin, di têkîliyên di navbera YE û Tirkiyeyê de wê derbe çêbibe.

GÛE/NGL: BI HDP’Ê RE PIŞTEVANÎ!

Koma Çepgir a di Parlamentoya Ewropayê de jî bi awayek tund doza girtinê ya li ser HDP’ê şermezar kir û piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir.

RAPORTORÊ YE AMOR: WÊ BIBE BIRYAREK HILWEŞÎNER

Raportorê Daîmî yê Tirkiyeyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sanchez Amor (MEP, S&D Spanya) destnîşan kir ku biryara girtinê ya li ser HDP’ê wê bibe biryarek hilweşîner.

MALÎN BJORK: NIHA DENGÊ XWE BILIND BIKIN

Ji GÛE/NGL a Parlamentoya Ewropayê ya YE’yê Malîn Bjork jî wiha got: “Niha li dijî biryara qedexekirinê ya li ser HDP’ê dem dema dengê xwe bilindkirinê ye.”

SCHÎEDER: HEWLDANÊN ÇEWISANDINÊ YÊN QEBÛLKIRIN

Berdevkê Koma Dostatiya bi Kurdan ya Parlamentoya YE’yê û Parlamenterê S&D’ê yê Awûstûryayî Andreas Schîeder got ku doza qedexekirinê, hewldana rejîma Tirk a çewisandinê ye û ragihand ku ev yek nayê qebûlkirin.

VÎLLÛMSEN: ZEXTA LI SER HDP’Ê RAWESTÎNIN

Ji Alîkariya Serokatiya GÛE/NGL’ê ya Parlamentoya YE’yê û Berdevktiya Koma Dostatiya bi Kurdan re Nîkolaj Vîllûmsen ku ji Danîmarkayê ye, peyama “Zexta li ser HDP’ê rawestînin” da.

Ji Partiya Keskan/EFA’yê ya Parlamentoya YE’yê ya Spanyayê Jordî Sole got: “Ez ji Parlamentoya Ewropayê hemû hestên xwe yên piştevaniyê, ji HDP’ê re dişînim.”

Ji S&D’ê ya Parlamentoya YE’yê ya Hollandayê Thîjs Reûten jî got ku ew bi HDP’ê re ne.

Ji Parlamentoya YE’yê GÛE/NGL Leîla Chaîbî ev tişt got: “Êrîşên derqanûnî yên li ser HDP’ê û zilma sîstematîk ya li ser gelê Kurd, divê were rawestandin.”

EFA: DAWÎ LI DARIZANDINA BI ARMANCA SIYASÎ BÎNIN

Eûropean Free Allîance (Tifaqa Azadiyê ya Ewropayê -EFA) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ew ê bi HDP’ê re bin û got: “Em ji rayedarên li Tirkiyeyê dixwazin ku bi dawî li darizandina siyasî ya li dijî HDP’ê tê meşandin, bînin.”

PARTIYA KESKAN A EWROPAYÊ: HEWLDANÊN OTORÎTER ÊN HIKÛMETA TIRK, NAYÊ QEBÛLKIRIN

Partiya Keskan a Ewropayê jî diyar kir ku hewldanên otorîterên ên hikûmeta Tirk nayê qebûlkirin û bang li Dadgeha Makeqanûnê kir ku van sûcdarkirinên li ser HDP’ê bi rawestîne û li Tirkiyeyê weke aktorek demokratîk rolê xwe bilîze.

PES: EM BI HDP’Ê RE DI NAVA PIŞTEVANIYÊ DE NE

Party of Eûropean Socîalîsts (PES- Partiya Sosyalîstan a Ewropayê) piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir û got ku ev doza girtinê ya li ser HDP’ê binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Her wiha Koma Komîteya Herêmên PES’ê jî têkildarî doza girtinê daxuyaniyek nivîskî weşand û piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re diyar kir.

Parlamentera SPO’yê ya Avûstûryayê Katharîna Kûcharowîts jî ev peyam da: “Erdogan dixwaze HDP’ê bêdeng bike. Ez bang li we dikim ku ji bo şermezarkirina prosedura vê qedexeyê, hemû astên Ewropayê bi kar bînin, Birêz A. Schallenberg. Niha! Prosedur hîna dewam dike.”

Ji Danîmarkayê ENHEDSLÎSTEN jî ev peyam da: “Rejîma Tirk ji bo ku HDP tevlî hilbijartinan nebe, doza girtinê li ser ferz dike. Ji girtina HDP’ê re na. Ji qedexekirina HDP’ê re na.”

Koma Parlamentoya NÛPES – LFI ya Fransayê jî wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo Hilbijartinek Azad û Adilane, ji krîmînalîzekirina HDP’ê re na.”

PCF: DADGEHA NE REWA!

Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) got, "PCF pêvajoya qedexekirina HDP'ê ya ji aliyê dadgeha destûrî ya ne rewa ve bi tundî şermezar dike. Hevgirtina xwe ya tam a bi HDP'ê re ku ji bo Tirkiyeyeke demokratîk û piralî dixebite, nîşan dide. HDP ji bo pêşketina civakî û ekolojîk, azadî, wekheviya welatiyan bêyî koka wan a etnîkî û mezhebî be binere her wiha ji bo azadiya jinan, bi biryar û afirînerî tevdigere. Li gorî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) em daxwaza betalkirina doza heyî û rêzgirtina hiqûq û azadiya hemû gelên li Tirkiyeyê dikin."

Partiya Sosyal Demokrat (SPD) got, "Em daxwaz dikin ku dawî li dozên siyasî yên li dijî qedexekirina partiya HDP'ê bê. Em ji rabirdûya xwe dizanin ku hûn dikarin saziyên me qedexe bikin, lê hûn ti carî nikarin fikrên me yên wekhevî, edalet û azadiyê bêdeng bikin.”

Hevseroka DIE LINKE ya Elmanyayê û Parlamentera Federal Janîne Wissler hem di daxuyaniya xwe ya Newroza Berlînê de hem jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê banga xwedîderketina li HDP'ê kir û got, "Bi HDP'ê re hevgirtin! Tevî J.L. Melenchon, J. Corbyn, Y. Varoufakis, W.Bello, M. Aubry, M. Schirdewan, I. Villanueva û gelek kesên din, min îmze avêt vê deklarasyonê ku li dijî êrîşên Erdogan ên li hemberî HDP’ê ye.”

Serokê Südschleswigscher Wählerverband (SSW) yê Elmanyayê Christian Dirschauer got, "Em weke pêwîstiyeke nirxên siyaseta xwe, bi Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) re piştgirî dikin û parastina wê dikin. HDP’ê di bername û polîtîkayên xwe yên partiyê de, ji bo civakeke ku mirov lê di nava azadî û edaletê de dijîn û wekhevî lê serdest e, Tirkiyeyeke demokratîk û pirrengî diparêze. Azadiya jinan, komên cuda yên etnîk û olî û ekolojî mijarên girîng ên HDP’ê ne. Em daxwaz dikin ku dawî li darizandina bi motîvasyona siyasî ya domdar were. Em li gel HDP'ê li dijî vê disekinin. Û em Tirkiyeyeke demokratîk diparêzin ku destûr ji hemû partiyên siyasî re tê dayin ku xwe azad bikin."

Daîreya Îtîfaqa Pêşverû ya Karûbarên Navneteweyî û Têkiliyên Derve ya Yewnanîstanê ya SYRIZA, bi sernavê “Ji bo doza li dijî HDP’ê dewam dike daxuyanî” hat dayîn: "(...) Zilma siyasî ya li dijî dijberên desthilatdariya heyî, bi armanca krîmînalîzekirina kiryarên siyasî û tepisandina mûxalefetê beriya hilbijartinên serokkomariyê destpê kir. Pêvajoya darazê ya heyî, bi taybetî li dijî HDP'ê, encama çewisandina bi salan e. Rêveber, wekîl, nûnerên herêmî yên hilbijartî û endamên asayî yên partiyê bi cezayên giran ên girtîgehê an jî weke rehînên siyasî tên girtin. Li welatekî endamê Konseya Ewropayê divê nirxên demokrasî û pirdengî zelal bin. Em tevlî wan hêzan dibin ku daxwaza dawîanîna darizandina bi motîvasyona siyasî ya domdar dikin. Tifaqa Pêşverû ya SYRIZA’yê hevgirtina xwe ya bi têkoşîna HDP’ê ya ji bo hilbijartinên adil û demokratîk nîşan dide û hêvî dike ku Dadgeh biryara qedexekirina xebatên HDP’ê nede.”

JI KESÊN NAVDAR BANG

Li ser navê Progressive International ji 23 welatan rêveberên siyasî bang li Erdogan kirin û gotin, “Êrîşên hiqûqî yên li dijî HDP'ê bi dawî bikin." Di nav kesên navdar ên ku bang kirine ev hene: "Noam Chomsky (Profesor, DYE), Jeremy Corbyn (Endamê Parlamentoyê” Janine Wissler (Endama Bundestag; Hevseroka Die Linke, Elmanya), Yanis Varoufakis (Endamê Meclisa Yewnanîstanê), Jean- Luc Melenchon (Endamê berê yê Meclisa Neteweyî, Fransa), Idoia Villanueva (MEP; Serokê Sekreteryaya Navneteweyî ya Podemos, Spanya), Gonzalo Winter (Endamê Meclîsa Nûneran, Şîlî) Alejandro Sánchez (Endamê Senatoyê, Uruguay)."

Tifaqa Pêşverû (Progressive Alliance) ku rêxistina sîwanî ya 135 partiyên sosyal demokrat û sosyalîst ên ji 93 welatan e, di "Deklarasyona Piştgiriya bi HDP'ê re" de wiha got: “HDP di bername û polîtîkayên xwe yên partiyê de, Tirkiyeyeke demokratîk û piralî ku tê de mirov di nava azadî û edaletê de bijîn û civakeke ku wekhevî lê serdest be, diparêze. Azadiya jinan, komên cuda yên etnîk û olî û ekolojî mijarên girîng ên HDP’ê ne. Em daxwaz dikin ku doza ku niha li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AÎHS) ye û bi hincetên siyasî tê şopandin, bi dawî bibe. Li hemberî vê em li cem HDP’ê ne. Û em Tirkiyeyeke demokratîk diparêzin ku hemû partiyên siyasî tê de dikarin xwe azad bikin."

PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ BELAV DIBIN

Wekî din, komên partiyan, parlamenterên ji Spanya, Îtalya, Norwêc, Swêd, Swîsre, Polonya, Portekîz, Qraliyeta Yekbûyî û DYA'yê daxuyaniyeke hevgiriya bi HDP'ê re dan. Kesên ku li dijî doza girtinê daxuyaniya hevgiriyê ya bi HDP'ê re dane wiha ne:

"ÎTALYA: Parlamenterên Partiya Demokrat di Komîteya Karên Derve ya Meclîsa Nûneran a Îtalyayê de;

ÎTALYA: Hevbendiya Çep a Kesk a Îtalyayê (Alleanza Verdi Sinistra);

ÎTALYA: Nicola Fratoianni, parlementer, sekreterê neteweyî yê Sinistra Italiana;

ÎTALYA: Laura Boldrini, Partiya Demokrat, Parlamenter;

ÎTALYA: Fabio Massimo Castaldo (parlamentere AP, Cîgirê Serokê AP, M5S Îtalya);

NORVÊJ: Komîteya Piştevaniya bi Kurdistanê re li Norwêcê, Stina Bergsten û Truls Strand Offerdal, hevserok;

NORVÊJ: Partiya Sor Norwêc, Bjørnar Moxnes, serokê Partiya Sor a Norwêc, Ylva Holm- Torsteinson, Depê Navneteweyî, serokê Partiya Sor a Norwêc;

POLONYA: Parlamenterê Maciej Konieczny, Razem;

PORTEKÎZ: Bloco de Esquerda;

ÎSPANYA: 55 wekîlên ji komên cuda yên siyasî yên Kongreya Parlamenteran;

Îspanya: PODEMOS;

Îspanya: Andalucia Por Si;

PAIN: Laura Castel Fort, ECR, Senator, Cîgirê Serokê UEL/PACE;

Îspanya: MES PER MENORCA;

Îspanya/WELATÊ BASK: Eusko Alkartasuna (EA);

Îspanya/KATALONYA: Partiyên serwer ên Katalan + Ruben Wagensberg;

Îspanya/KATALONYA: Esquerra - Çepên Komarî yên Katalonyayê;

Îspanya/KATALONYA: CUP Candidatura d'Unitat Popular - (Namzediya Yekîtiya Gel);

Îspanya/KATALONYA: Unitat Catalana;

Îspanya/KATALONYA: Raül Romeva i Rueda (Aborîzan);

Swîsre: BastA! (Basels starke Alternatîf) -Alternatîfek bihêz a Baselê-;

SWÎSER: Feministischer Streik Basel;

Swîsre: Partiya Sosyal Demokrat a Swîsre;

SWÊD: Partiya Çep (Vänsterpartiet);

Brîtanya: Li Parlamentoya Brîtanyayê 14 parlamenter;

DYA: Komîteya Navneteweyî ya DSA.