Pispor: Polîsê Ethem qetil kir dikarîbû bireve

Pispor: Polîsê Ethem qetil kir dikarîbû bireve

Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina Ethem Sarisuluk ê li Enqereyê ji aliyê polîsê bi navê Ahmet  Ş. ve rapora pisporê huqûqê temam bû. Di rapora pispor de tê destnîşan kir ku tevî derfet hebûn  Ahmet Ş. bireve  jî çûye ser çalakvanan, êrîşî çalakvanekî li erdê kiriye û bi çeka xwe gulle berdaye.

Li gorî nûçeya rojnameya Milliyetê ya Gokçen Tahînoglu heyeta pisporan a ji aliyê dozgeriya Enqereyê ve hatiye wezîfedarkirin lêkolîna xwe ya li ser dîmenên di dema qetilkirina Sarisuluk de hatibûn kişandin temam kiriye. Di raporê de ku îfadeyên polîs Ahmet Ş. derew  têne derxistin,  tê gotin ku tevî koma çalakger paşve vedikişiyan jî polîs Ahmet  Ş. bi tena serê xwe çûye ser çalakgeran û çek bi kar aniye.

Di raporê de ev xal cih digirin: “Çalakgeran di navbera ketina Metroyê û Hawuz de kevir avêtin polîsan. Di wê kêliyê de hat dîtin ku Ethem Sarisuluk keviran kom dike. Çalakger di navbera ketina Metro-Hawuz de man.  Ji ber ku li pişt wan bankên kevir û kulubeyên telefonê hebûn nikarîbûn paşde biçin.  Çalakger bi keviran çûn ser polîs.  Çalakgeran di mesafeyeke kurt de kevir avêtin polîsên ku di navbera bankên kevir de ket erdê.  Polîsan hewl dan xwe ji ser kulubeyên telefonê re biavêjin û derbasî aliyê din bibin.

Çalakger ji ber gaza ku polîsan bi kar anî  vekişiyan. Polîs ji cihê lê asê mabûn ber bi cihekî din ve çûn. Çalakgerên ku di nav wan de Sarisuluk jî hebû bi keviran çûn ser polîsan.  Polîsek (Ahmet Ş.),  ji nav qelebalixiyê derket û çalakgerê dihat ser wan dûr xist û bi ser çalakger de çû.  Polîs bi pehînan Ii çalakgerê ku li erdê ket xist. Wê kêliyê çalakgeran kevirên di destên xwe de ji bo avêtinê amade kirin.  Polîs, ber bi hewayê ve çeka xwe bi kar anî. Di kêliya ku Sarisuluk kevir diavêt polîs, polîs jî çek bi kar dianî.

Di gulleya yekemîn û duyemîn a polîs de berê çekê li hewayê bû. Lê luleya çekê pirr bi hereket bû. Di gulleya dawî de luleya çekê di carekê de bi erdê re bû paralel. Heta kêliya ku polîs nêzî polîsan bû û çeka xwe cara 3’yemîn bi kar anî çalakgeran ji dehan zêdetir kevir avêtin polîs.”