Pirtûkxaneya Ocalan, li Stocholmê bi girseyî hate pêşwazîkirin
Tûra Pirtûkxaneya Ocalan a bi armanca balavkirin û nasandina raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9’ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê kete ser rê, dewam dike.
Tûra Pirtûkxaneya Ocalan a bi armanca balavkirin û nasandina raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9’ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê kete ser rê, dewam dike.
Serdanên Pirtûkxanaya Ocalan a piştî Fransa, Belçîka, Hollanda, Elmanya û Danîmarka û şûnde li Swêdê dewam dike.
Rawestgeha 4’an a Pirtûkxaneya Ocalan a li Swêdê paytext Sockholmê bû.
Pirtûkxaneya Ocalan a 30 km ji bo Stockholmê mayî ji aliyê konvoyek wesayîtan a ku ji dehan wesayîtan pêk dihat ve hate pêşwazîkirin, li nava bajêr piştî tûra nêzî du saetan dom kir û şûnde gihişt qada mîtîngê.
Çalavanên Pirtûkxaneya Ocalan li qada mîtîngê piraniya wan jin û ji aliyê sedan kesî ve bi gulên sor hatin pêşwazîkirin.
Piştre jî dest bi mîtîngê hate kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku wê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Ewropiyan bidin nasandin.
Piştî pêşkêşkirina mijara têkildarî Jineolojiyê ya ji aliyê Ferah Amed ve hate dayîn û şûnde, mîtîng bi axaftina dewam kir.
Mîtîng bi gernadina govendê ya li ber dihol û zirneyê heta saet 15:00’an dewam kir. Pirtûkxaneya Ocalan ber bi bajarê Malno ve kete ser rê.