Pirsa şîdetê ‘mêr’ tîne bîra jinan
Pirsa şîdetê ‘mêr’ tîne bîra jinan
Pirsa şîdetê ‘mêr’ tîne bîra jinan
Mala Jinan a Kardelenê li Atolyaya Psîkolojî di navbera kursiyerên jin de lêkolîna anketê ya mijara şîdetê pêk anî. Ji 100 jinî pirsa gotina ‘şîdetê’ çi tîne bîra we? hat pirsîn û ji jinan bersiva ‘hevser-bav’ hat girtin.
Ji berprisa Mala Jinan Emîne Aslan, da zanîn ku gelek jinên tên atolyeya psîkolojiyê piraniya wan rastî şîdeta zayend, fîzîkî û aboriyê tên.
Aslan diyar kir ku bi perwerdehî û bernameyên li Mala Kardelenê ya Jinan tê dayîn hewl tê dayîn ku bi jinan re cudahiyekê çêbikin û wiha got: “Di nava demê de bi jinan re guherînek pir cidî çêdibe û em bên şahidên vê. Dema em mafê hiqûqî yê jinan çiye, jinên rastî şîdeta hevserê xwe tên çawa dikarin têkoşînê bidin, tînin hemberî hev em em meznahî û rastiya guherî pir zelal dibînin.
Aslan destnîşan kir ku armanca Mala Kardelê eve ku piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk bidin jinan û bi jinên ku rastî tên re cudahiyekê ava bikin. Aslan wiha got: “li Atolyeyê psîkolojiyê, me pirsa ‘mêr çi tîne hişê we’ hat pirsîn. Li vir jinan bersivên cuda dan. Di heman demê de her kesî ji jiyana xwe bersiv dan. Li gorî hinekan şîdet ‘hevser- bav’ li gorî hinekan jî mêr ‘lêdan- şîdet e’. Li gorî hinekan mêr, dîreka malê ye, mêr azad e! Bê guman azadiya jinê ya di malê de jî, asta pirsgirêkên di hundirê malê de nîşan dide. Di vê mijarê de me encamên balkêş bidestxistin.”