Pîrozbahiya li Yewnanîsanê. Destana PKK'ê mezin dibe
Li bajarokê Lavrîon ê Yewnanîstanê, salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.
Li bajarokê Lavrîon ê Yewnanîstanê, salvegera damezrandina PKK'ê hate pîrozkirin.
Kurdistaniyên li paytexta Yewnanîstan Atînayê dijîn, bi wesîleya 38. salvegera damezrandina PKK'ê li hev civiyan. Pîrozbahî ji aliyê komuna Lavrîonê ve hat organîzekirin û Kurdistaniyên li du kampên li Lavrîonê beşdar bûn. Pîrozbahî li Salona Gel a Şaredariya Lavrîonê duh êvarê saet di 19:00 de bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê dest pê kir.
SEMSÛR: BÛ HÊVIYA AZADIYÊ
Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Yewnanîstanê Kendal Semsûr li vir axivî û got, "PKK a bi pêşengiya Rêber Apo ava bû, bû hêviya azadiyê ya gelê Kurd û di vê oxirê de destanên mezin nivîsand. Tevgera PKK'ê ku têkoşîna gelekî kesî navê wî bilêv nedikir dimeşîne, di kevneşopiya şoreşê ya cîhanê de destaneke mezin nivîsandiye. Bi têkoşîna xwe ya li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê re vê destanê mezin dike."
Di pîrozbahiyê de bênavber dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî PKK" hatin qîrîn. Koroya Lavrîon û koma govendê derketin ser dikê. Beşdaran li ber stranên hunermendên herêmî govend gerandin.