Pîrî: Divê muzakere bên birîn

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî bersiv da Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, ku duh gotibû, "Eger Yekîtiya Ewropa beşên nû yên danûstandinan veneke, em ê bêjin oxir be." Pîrî got, divê muzakere bên birîn.

Erdogan, piştî ku duh bû endamê AKP'ê xwe li ber Yekîtiya Ewropayê kişandibû û gotibû, "Ji bilî vekirina beşên nû yên danûstandinan, ti alternatîfa Yekîtiya Ewropayê nîne. Eger venekin, em ê bêjin oxir be." Yekîtiya Ewropayê bersiv da van gotinên Erdogan.

Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Katî Pîrî got, "Eger Tirkiyeyê bi rastî jî endametî bixwasta, diviyabû Enqereyê ev yek nîşan bida." Pîrî der barê vekirina beşên nû yên danûstandinan de jî got, "Qethiyen tiştekî wiha nîne."

Raportor Pîrî ji rojnameya Dîe Welt a Elman re axivî û daxuyaniyên Tirkiyeyê weke şantajê bi nav kir. Pîrî destnîşan kir, Yekîtiya Ewropa di mijara endametiya Yekîtiya Ewropayê de serî li ber şantaja ti welatî natewîne û ev yek ji bo Tirkiyeyê jî derbas dibe.

Katî Pîrî got, "Yê bixwaze bikeve nava Yekîtiya Ewropayê, neçar e pîvanên yekîtiyê bi cih bîne. Lê belê ez vê yekê qet li Tirkiyeyê nabînim. Ji ber vê yekê divê muzakere bên birîn."