Pîlotên Lufthansa di grevê de ne

Pîlotên Lufthansa di grevê de ne

Ji ber greva birçîbûnê ya pîlotên Şîrketa Hewayî Lufthansa ya Elmanya 140 seferên balafiran û 15 hezar û 300 kesan betal bûn.

Di encama greva pîlotên Şîrketa Rêya Hewayî Lufthansa ya Elmanya gelek seferên ji Mûnihê hatin betalkirin.

Berdevkê Lufthansa da xuyakirin ku  ji bo piştî grevê careke din bi dest bi seferên normal bikin sefer betal kirine.

Lufthansa diyar kiribû ku ji ber grevê 110 sefer betal bûne. Berdevk diyar kir ku seferên navneteweyî yên di navbera erdzemînan de ji grevê bandor nebûne.

Sendîkaya Pîlotên Elman duh, diyar kiribûn ku di nav deh rojên dawî de wê greveke sêyemîn pêk bînin. Grev îro saet 10’an destpê kir û wê heta saet 18.00’an bidome.

Pîlot ji ber der barê teqawîtbûn û pêşteqawîtbûnê de hevdîtinên meha Tebaxê yên di navbera sendîka û şîrketê de bêencam mabûn biryara hin rêzegrevan girtibûn.

Di greva Îna buhrî de seferên hundirê Elmanya û Ewropa betal bibûn. Di greva meha Nîsanê de jî bi hezarn sefer betal bibûn. Şîrketê 60 milyon Euro zerar kiribû.