PHKÊ: Çekên li ser xwîna Êzidiyan girtin, niha li dijî Êzidiyan bi kar tînin

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) da xuyakirin, ku piştî fermana 73'an di ser xwîna Êzidiyan re çekên giran ji hêzên navneteweyî girtin, van çekan îro li Şengalê li dijî Êzidiyan bi kar tînin.

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ), der barê êrîşên PDK'ê yên li Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê, li çar aliyên Kurdistanê li dijî hovîtiya DAIŞ'ê û hevalbendên wê bi biryardarî têdikoşe.

PHKÊ da xuyakirin, ku serketinên li Kobanê û Şengalê hatin bidestxistin, di encama ked, berdêl û lehengiyên mezin de pêk hatin û got, "Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî axa Sûriyeyê di rastiya xwe de êrîşên li hemberî destketiyên gelê Kurd ên li Rojava ne."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta AKP/Erdogan dike nake nikare bi tevgera azadiyê û destnîşan kir, ku careke din xwefiroş û xayinên gelê Kurd xistiye çeperên xwe.

Hunermendên Kurdên Êzidî bang li cîhanê kir û got, "Kesên ku em di destê çeteyên DAIŞ'ê de hiştin û reviyan, li ser xwîna me çekên giran girtin, îro van çekan li hemberî me Êzidiyan bi kar tînin. Em bang li raya giştî dikin, ku li hemberî vê qeyranê bisekine û bêdeng nemîne."

Platformê destnîşan kir, ku ew weke civaka Êzidî dixwazin bi xwe li ser çarenûsa xwe biryarê bidin û got, "Kesên ku Şengal firotin, mafê wan nîne li ser Şengalê baxivin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, "Li hemberî siyaseta înkar û tinekirinê ya dewleta Tirk û pîyonê wê PDK'ê, roj roja serhildan û berxwedana bi heybet e."