Phillips: Pêwîste YE û DYA PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin
Phillips: Pêwîste YE û DYA PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin
Phillips: Pêwîste YE û DYA PKK’ê ji lîsteya terorê derxînin
Ji Enstutiya Lêkolîna Mafê Mirovan ya girêdayî Zanîngeha Columbia Direktorê Programê yê Direktorê Aştî û Mafan David L. Phillips xwest Yeketiya Ewropa û DYA PKK’ê ji lîsteya xwe ya “Rêxistinên terorê” derxîne. David L. Phillips ku yek ji şêwirmendên berê yên asta jor yê Wezarata Karê Derve yê DYA’yê bû balkişande ser ku, pêşketinek wisan dê bandorê li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê û krîza Sûriyeyê bike.
David L. Phillips di malpera xwe ya binavê “Hoff Post World” de analîzek binavê “PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê derxînin” nivîsand. Phillips balê dikişîne ser hevdîtina hefteya borî di navbera Serokwezîrê Tirk Erdogan û serok dewletê DYA’yê Obama li Qesra Spî pêkanî û anî ziman ku, di vê hevdîtinê de du mijarên girîng yên weke krîza Sûriye û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bû.
Phillips destnîşan kir ku, PKK di her du mijaran de jî rolekî girîng dileyîze û xwest ku ji lîsteya “rêxistinên terorê” derbikeve. Ev dê bandorek erênî li ser bûyerên li herêmê bike. Pisporê DYA’yê David L. Phillips balê dikişîne ser ku, ev ji bo pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê bigiştî were çareserkirin firsendekî mezine û bibîrxist ku, Kurd ku şêniya wan 30 milyonek, di cîhanê de kêmenetewê herî mezin yê bêdewlete.
Phillips serhildanên li Kurdistanê û tekoşîna PKK’ê jî vegot û anî ziman ku, DYA ji sala 1997’an ve û Yeketiya Ewropa jî ji 2002’an ve PKK’ê weke “rêxistina terorê” dibînin û bi cewherî ev tişt gotin:
“Di rastiya xwe de ji bo PKK’ê ji vê lîsteyê derxînin binsaziya teknîkî amadeye. Pêwîte em bûyerên li Sûriyeyê û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê bigirin berçav. Beriya demek kurt min ev dîtina xwe bi rayedarê Tirk re parve kir, wî jî ji min re got, ‘Çima nebe?’ . Ocalan di nameya xwe ya 21’ê Adara 2013’an de gotibû ‘Em ketin demekî ku ji binî de çekan bêdeng bikin û fikir bi axivin’.
Weke din jî ev nêzî 4 mehane tundiyek ya PKK’ê nîne. Bi heman awayî dema ku hevdîtinên aştiyê yên ÎRA û Artêşa Azadiya Filistinê jî DYA’yê we ji lîsteya “rêxistinên terorê” derxistibû. Dîsan Mucahîdên Gel jî ji lîsteyê hatibû derxistin. 24’ê Nîsanê Meclisa Parlementerên Têkel ya Ewropayê ji bo milîtanên PKK’ê gotibû ‘aktîvîst’. Parlementoya Ewropayê jî dê nîqaş bike ku YE PKK’ê ji lîsteya ‘rêxistinên terorê’ derxîne.”
David L. Phillips êrîşa bombeyî ya li Reyhanliyê û hêza PYD’ê ya li Sûriyeyê jî bibîrxist û nivîsî ku PYD dikare ji bo ewlekariya Tirkiye û herêmê rolekî girîng bileyîze. Phillips banga Ocalan ya ji bo PYD’ê kir a “Bi muxalefeta Sûriyeyê re kar bikin” bibîrxist û got: “Piştî rejima Esad dê bandorek mezin ya polîtîkaya ewlekarî û xebatên herêmî ya PYD’ê hebe.”